Rûsya piştî kuştina endamên hikumeta Şamê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Piştî şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Resafe ya gundewarê Reqayê ku tê de hin endamên hikumetê hatibûn kuştin, balafirên Rûsyayê li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêdetirî 20 êriş pêk anîn.

Rûsya piştî kuştina endamên hikumeta Şamê çolistana Sûriyê bombebaran kir
13 tîrmeh, 2021   13:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê li herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana rojhilatê Humisê û heta çolistana Reqayê, zêdetirî 20 êriş pêk anîn.

Bombebaran, piştî şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ji aliyekî ve û çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê ji aliyekî din ve, ku DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hêzên hikumetê kiribû, pêk hat.

Li gorî SOHR`ê, di şer de 5 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hatin kuştin û 8 birîndar bûn. Hejmara kuştiyên DAIŞ`ê heta niha nayê zanîn.

Ruxmî êrişên zêde yên Rûsyayê jî, lê belê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê hîna jî nikarin bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ku êrişî wan dikin, tune bikin.

(cx)