Koçberên Serêkaniyê: Em bi şoreş û şehîdên xwe ve girêdayî ne

Koçberên Serêkaniyê di beşa sêyemîn a komxebatê de diyar kir ku ew bi axa xwe û vegerê ve girêdayî ne û bang li NY`yê kir ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin û dagirkeriyê têk bibin.

Koçberên Serêkaniyê: Em bi şoreş û şehîdên xwe ve girêdayî ne
9 tîrmeh, 2021   12:08
HESEKÊ

Di beşa sêyemîn a komxebatê de analîzvanê siyasî Serbest Nebî amade bû û behsa azarên koçberan û girîngiya girêdana bi ax û ziman ve kir.

Endamên Komîteya Amadekar Anahîta Sîno, Ciwan Mistefa û Zehra Semo jî bal kişandin ser berxwedana şêniyên Serêkaniyê nexasim jinan û piştrast kir ku koçber bi îsrar in ku vegerin warên xwe.

Her wiha behsa berxwedana destanî ya şêniyên Serêkaniyê, şehîdketina ciwanên wê ku gorên wan nayên zanîn, koçberiya bi zorê û rewşa jinan di kampan de kir.

Şêniyan piştrast kir ku ew bi dîrok, şoreş û şehîdên xwe ve girêdayî ne. Jiyana bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re red dikin û dê herêmên xwe ji terorê rizgar bikin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bi awayekî cidî kar bikin da ku dagirkeriyê ji herêmên wan derxin. Şêniyan bang li koçberan kir ku heta vegerê li ber xwe bidin.

Beşa sêyemîn ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin û bang li aliyên têkildar hat kirin çareseriyekê ji rewşa koçberên di nava kampan de peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m4N0ysJjeLA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>