Dewleta Tirk li gundewarên Minbicê zarokek û jinek birîndar kir

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Ewn El-Dadat a bakurê Minbicê de, zarokek û jinek birîndar bûn.

Dewleta Tirk li gundewarên Minbicê zarokek û jinek birîndar kir
1 tîrmeh, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di saet 2:00`an de gundê Ewn El-Dadat ê bakurê Minbicê ji baregeha gundê Toxar ve, topbaran kir.

Meclisê da zanîn ku di encama topbaranê de, jinek û zarokekê birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê, piştrast kir ku di encama topbaranê de, zirarên madî li gund bûne.

ANHA