Yekitiya Jinên Êzidî konferasa xwe ya damezrîner li dar xist

Konferansa Damezrîner a Yekitiya Jinên Êzidî ya 1`emîn a Rojava dest pê kir. Bi sedan jin û mêvan ji Şengal û Almanyayê tev li bûn.

Yekitiya Jinên Êzidî konferasa xwe ya damezrîner li dar xist
Yekitiya Jinên Êzidî konferasa xwe ya damezrîner li dar xist
Yekitiya Jinên Êzidî konferasa xwe ya damezrîner li dar xist
Yekitiya Jinên Êzidî konferasa xwe ya damezrîner li dar xist
29 hezîran, 2021   11:15
ŞEHBA

Bi dirûşma “Bi fikrê neteweya Demokratîk jinên êzidî yên Rojava dê bi ser kevin” Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava konferansa xwe ya damezrîner bi tevlêbûna 300 jinên êzidî ji herêmên Efrîn û Cizîrê li dar xist.

Her wiha nûnerên yekitiyê yên Heleb, Şengal û Almanyayê tev li konferansê bûn.

Konferansa li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/06/29/100800_saad-hsw.webp

Piştra Suad Hiso hevseroka Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê axivî û bi xêrhatina beşdarên konfransê kir. Her wiha lidarketina konferansê li civaka êzidî û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Suad di axaftina xwe de behsa fermanên li dijî civaka êzidî kir bi taybet ku jinên êzidî di wan fermana de rastî hovantirîn cureyên tundiyê hatin û wiha domand: “Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan me hêzên xwe yên îdeolojî ava kirin da ku ol, jin û zarokên xwe ji pişaftin û qirkirinê biparêzin.”

Suad piştrast kir ku piştî parastina destkeftiyên şoreşê û ola êzidî bi rêya avakirina yekitiyan, wê gaveke girîng bavêjin û Meclisa Jinên Êzidî ya Rojava ava bikin.

Paşê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demkratîk a herêma Efrînê Sêvîn Hiso perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê pêwîstiya hevgirtina gelê Kurd û pêşengiya jinên êzidî ji şoreşê re xwendin.

/ar/uploads/files/2021/06/29/100815_syfyn.webp

Tê payîn ku di konferansê de endama rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed û endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Eyşe Mehmûd biaxivin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DiJ7l_jWqFM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>