Li Tebqayê nexweşiya laşmaniya kêm dibe

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê ji bo tunekirina nexweşiya laşmaniyayê di nava tevgerê de ye. Komîteyê ji sedî 90 nexweşî tune ye û hejmara pêkhateyan ji 6 hezarî daket 660'î.

Li Tebqayê nexweşiya laşmaniya kêm dibe
28 hezîran, 2021   14:50
TEBQA

Di demên dawî de nexweşiya "Laşmaniya" li bajarê Tebqa û gundewarê wê zêde bû.

Ev nexweşî hevdîgirtî ye, di rêya pêvedana kelmêşa "Remil" de û  bi rêya qirêjê û pirsgirêkên kanalîzasyonê belav dibe.

Nexweşiya Laşmaniya di destpêka sala 2018'an de derket û bi awayekî mezin belav bû.

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di sala 2020'î de derdora 6 hezar pêketiyên laşmanyayê tomar kir.

/ar/uploads/files/2021/06/28/134721_tebqa-newasi-28429.webp

Komîteya Tenduristiyê ji bo tunekirina vê nexweşiyê di nava hewldanan de ye. Di vê çarçoveyê de li tevahî navendên tenduristiyê yên Tebqa û Mensûrayê derziyên li dijî vê nexweşiyê hatin belavkirin, her wiha kilînkên gerok li gundan hatin vekirin.

Li aliyekî din jî bi hevkariya şaredariyên gel ên bajar û gundewarên Tebqayê dermênên li dijî kelmêşa ku nexweşiyê belav dike, li malan û deverên giştî hate reşandin û cihekî ji bo sergoyoê li derveyî bajar veqetand.

Ji çavdêrên pêngava derzîkirina li dijî nexweşiya laşmanyayê hemşîre Firyal Ehmed  got: "Di demên dawî de nexweşiya laşmaniya zêde belav bûn. Lew re me gelek navendên tenduristiyê li bajar û gundan vekirin da ku pêşwaziya nexweşan bikin."

Firyal diyar kir ku di hefteyekê de du roj bernameyeke dermankirinê hebû ku nexweş di navbra 10 hefteyan heta 16 hefteyan de dihat derzîkirin.

Firyal Ehmed wiha axaftina xwe domand: "Bi keda xebatkarên tenduristiyî şênî pabendî tedbîran bû û dermankirina xwe dewam kirin. Li Tebqa û gundên wê ji sedî 90 nexweşiya laşmaniya hatiye tunekirin, ji ber vê yekê kilînkên gerok li gundan hatin sekindin, tenê navendên tenduristiyê mane ku nexweşan dişopînin. Rojane di navbera 400 heta 500 nexweşên laşmaniya pêşwazî dikirin, lê piştî pêngava derzîkirinê niha di navbera 10 heta 15 nexweş tên navendê."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LurXhcqHTXk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>