​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn

Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê şehîdên Komkujiya Helincê li ser gorên wan bi bîr anîn.

​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên komkujiya Helincê li ser gorên wan hatin bibîranîn
22 hezîran, 2021   19:26
KOBANÊ

Şehîdên Komkujiya Helincê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî  di salvegera yekemîn a şehadeta wan de li ser gorên wan li Goristana Şehîd Dîcle hatin bi bîranîn.

Merasîmê bîranênê ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê ve hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Jinan a PYD'ê Sara Xelîl axivî û got: "Jinan bi saya ramanê rêber Ocalan xwe nas kirin û gav paşde navêjin. Meha Hezîranê meha şehîdan e, em dikarin bêjin ku berxwedana jinan di vê mehê de dest pê kir, her jineke ku ji bo gelê xwe têdikoşe dibe armanca dewleta Tirk a dagirker."

Sara Xelîl anî ziman ku şehîd Hebûn, Emîna û Zehra mînakên jina azad in û jinên rojava hêz û israra xwe ji wan digirin û got: "Ji niha û şûnde wê tu kes nikaribe îradeya jinê bişkîne, em ê xeta rêbertî bişopînin heta ku azadiya xwe bi dest bixin."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî bal kişand ser sûcên ku Erdogan pêk têne û got: "Li hemberî van ku li pêş çavê civaka navneteweyî pêk tên, kanîn rêxistinên hiqûqî û ka rola NATO'ê di bersivdayîna dewleta Tirk de ku endameke wê ye?"

Sûad Mistefa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker jinên têkoşer di malên wan de dike hedef û cîhan temaşe dike û wiha pê de çû:  "Ev yek dihêle ku em ji niyeta vê cîhanê guman bikin. Ev dide diyarkirin ku li dijî me komployan dikin û heger di pêkanîna komkujiyan de ne hevkarên dewleta Tirk be, bila ji Tirkiyê re bêje ku êrişên li ser jinan rawestîne."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Bila tevahî cîhan bizanibe ku her çiqasî êriş li ser me zêde bibin israr me ya ji bo berxwedanê zêdetir dibe û em ê li hemberî çekên wan bisekinin. Em soz didin şehîdên xwe ku em li ser xeta wan bimeşin ji ber ku mirovahî di xwîna jinên Kurd de yên li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, dimeşe. Bi qîrîna dayikan, ez bang dikim bi aştî razî gula mirovahiyê  Hevrînê, heta dilopeke xwîn di bedena min de hebe ez ê banga mirovaniyê bikim."

Di dawiya merasîm de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

ANHA