Li herêmên Rêveberiya Xweser amadekariyên hilbijartinên herêmî didomin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên hilbijartinên herêmî yên îsal didomîne.

Li herêmên Rêveberiya Xweser amadekariyên hilbijartinên herêmî didomin
Li herêmên Rêveberiya Xweser amadekariyên hilbijartinên herêmî didomin
Li herêmên Rêveberiya Xweser amadekariyên hilbijartinên herêmî didomin
Li herêmên Rêveberiya Xweser amadekariyên hilbijartinên herêmî didomin
13 hezîran, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bi endamên berê yên Komseriya Bilind a Hilbijartinan ên herêmên Cizîrê û Firatê re civiya. Armanc ji civînê ew e ku pisporiya Komseriya Hilbijartinan bigire da ku komseriyeke nû ava bike û amadekariyên hilbijartinên herêmî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike.

Di civînê de endamên berê nêrînên xwe der barê hilbijartinan, mekanîzmaya birêxistinkirina wan di nava rewşên heyî li herêmê de, girîngtirîn mekanîzma û amadekariyên lojîstîkê de anîn ziman, da ku hilbijartin serkeftî werin lidarxistin. Her wiha piştrast kirin ku ji bo alîkarî û destekdayîna ji endamên nû re, amade ne.

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser spasiya endamên komseriyê kir û bang li wan kir ku çawaniya amadekariyên hilbijartinên dema pêş, bişopînin.

Di encama kongreyên şêniyên herêmên Cizîr û Firatê de ku di 25`ê Mijdara 2020`an de hatin lidarxistin, pêwîst hate dîtin ku hilbijartinên herêmî pêk werin.

(bx)

ANHA