Hunermend û rewşenbîrên çar beşên Kurdistanê bang li Mesut Barzanî kir

Hunermend û rewşenbîrên ji çar beşên Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ku Almanyayê da de bang li hemû hêzên Kurd kirin ku dijî planên dewleta Tirk hişyar bin û ji Mesût Barzanî xwestin ku rê nede şerê şerê li dijî Kurdan.

Hunermend û rewşenbîrên çar beşên Kurdistanê bang li Mesut Barzanî kir
11 hezîran, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hunermend û rewşenbîrên ji çar perçeyên Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medya, planên wê yên ku Kurdan bîne dijî hev û hewldanên PDK’ê de, daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku li bajarê Koln ê Almanyayê hat dayîn de, hunermend û rewşenbîran bal kişand ser planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker. Hunermend û rewşenbîran ji hemû aliyên Kurd xwestin dijî van lîstikan hişyar bin û rê li ber şerekî Kurd û Kurd bigirin.

Hunermendan bi taybet bang li Serokê PDK’ê Mesut Barzanî kir ku li pişt gotina xwe ya wekî “Êdî şerê birakujiyê heram e” bisekine û rê nede ku şerekî din ê Kurd û Kurd derkeve.