Saziya Avahiyan bang li gelê Başûr kir: Li pêşiya lîstokên dewleta faşist bigirin

Saziya Avahiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku pêşiya lîstokên dewleta faşist bigirin.

Saziya Avahiyan bang li gelê Başûr kir: Li pêşiya lîstokên dewleta faşist bigirin
8 hezîran, 2021   13:53
QAMIŞLO

Saziya Avahiyan (SAZAP) têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Saziya Avahiyan Hisên Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di 24`ê Nîsanê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî fermî komkujiya li ser gelê Ermen nas kir û dewleta Tirk şemezar kir. Di heman rojê de serokê DYA'yê Joe Biden bi rêya telefonê bi Erdogan re axivî û ew biryar ji Erdogan re ragihand.

Dewleta Tirk a dagirker piştî vê yekê, bi erêkirina Joe Biden êrişên li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

Ew 40 rojin bi hemû teknîk, hêz û çeteyên xwe êrişî gerîla dikin û dixwazin herêmên ku gerîla مlê dimînin bixe destê xwe, PDK`ê di dest pê kê de bi awayekî istixbaratî rê li ber dewleta Tirk a dagirker vekir.

Di 40 rojên derbasbûyî de dewleta faşîst tu encamek negirt, bi tevlîkirina PDK`ê raste rast dixwazin ku şerên dagirkirî berfireh bikin.

Gelê Başûrê Kurdistanê li hember vê siyasetê sekinî û tevlîbûna şer da sekinandin, lê belê dewleta Tirk ne rawestiya û bi provakasyonan , dixwaze ku PDK`ê li hember gerîla bixe nava şer.

Ji bo vê yekê mayîn danîn ser rêya pêşmergeyan û ji aliyê din ve êrişî Mexmûrê kir û bû sedema şehadet û birîndaran.

Di dîroka Kurdistanê de gelek buyerên wiha dagirtê hene û di dawiya de yê winda kirî gelê Kurdistanê ye.

Em weke welatparêzên Kurd dixwazin ku PDK`ê di vî warî de şiyar be û dîsa em dixwazin ku gelê Başûrê Kurdistanê yê welatparêz vê siyasetê qebûl nekin û pêşiya van lîstkên qirêj bigirin. Ew hêza wan heye dikarin li ber şer rawestin û pêşiya lîstêkên dewleta faşist a Tirk bigrin."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/twimvSuEGTw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>