Ji HPG`ê bang: Bila şandeyek serbixwe bûyera hedefgirtina pêşmergeyan lêkolîn bike

HPG’ê diyar kir ku wesayîta  hêzên leşkerî yên PDK`ê ku duh îmha bûye ji aliyê gerîlayan nehatiye kirin û got:"Em dixwazin an heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe were vê bûyerê lêkolîn bike.”

Ji HPG`ê bang: Bila şandeyek serbixwe bûyera hedefgirtina pêşmergeyan lêkolîn bike
6 hezîran, 2021   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê bûyera duh got:

 “Di 5’ê Hezîranê de di destê sibehê de hêzên leşkerî yên PDK`ê bêyî agahî û bi tarzeke operasyonel xwestine li Metînayê biçin herêma gerîlayan. Ev teqez tiştekî şaş e û xizmeta berjewendiyên neteweyî nake.

Rast e ku hêzên me yên li wir ji bo hişyariyê hin fîşek teqandine. Lê ev tişt teqez e ku çeka ku bûye sedema îmhakirina wê wesayîtê ji aliyê hêzên me nehatiye bikaranîn. Ji ber vê jî bi îhtîmaleke mezin ji hewayî û bi fuzeyê ve li vê wesayîtê hatiye xistin.

Meseleya teqîna di vê wesayîtê de divê were lêkolîn. Em wekî HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”