Iraq: Divê dewleta Tirk hêzên xwe yên li Mûsil û herêmê vekişîne

Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê ragihand ku divê dewleta Tirk hêzên xwe yên li Mûsil û Başûrê Kurdistanê vekişîne.

Iraq: Divê dewleta Tirk hêzên xwe yên li Mûsil û herêmê vekişîne
6 hezîran, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê bi daxuyaniyekê, ragihand ku divê ji bo bidawîkirina binpêkirina serweriya axa Iraqê û pêkanîna ewlehiya şêniyên Iraqê kar were kirin.

Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê ragihand ku divê Tirkiye hêzên xwe yên li Mûsil û Herêma Kurdistanê vekişîne, ji ber ku hebûna wê hêzê berevajiya cîrantiya baş û peymanên navneteweyî ne.

Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê fikarên xwe yên li ser êrişa Tirkiyeyê yali dijî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) aniye ziman û wiha gotin: “Ev pêngaveke metirsîdar e.  Jiyana welatî û penaberan dixe metirsiyê. Timî berevajiya qanûnên navneteweyî û mirovî ye."

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li ser hîmê berjewendiyên hev Serokatiya Komarê girîngiyê dide bihêzkirina peywendiyên li gel Tirkiyeya cîran, çareserkirina pirsgirêkên ser sînor û mijara ewlehiyê.