​​​​​​​Iraqê êrişa li ser Mexmûrê wek ‘pêngavek metirsîdar’ bi nav kir

Serokkomarê Iraqê êrişa dewleta Tirk a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku pêngaveke metirsîdar e.

​​​​​​​Iraqê êrişa li ser Mexmûrê wek ‘pêngavek metirsîdar’ bi nav kir
6 hezîran, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê kir. Wargeha ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye, gelek caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombebarankirin.

Serokkomarê Iraqê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser wargeha penaberan a Mexmûrê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Serokkomarê Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi tundî bombebarankirina wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar dikin.

Di dewamê de serokkomarê Iraqê , êrişa ser wargeha Mexmûrê wek ‘pêngaveke metirsîdar’ bi nav kir.