50 rêxistinên Başûr têkildarî sûcên dewleta Tirk gilînameyek da  NY’yê

50 rêxistinên civaka sivîl giliyê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê li nûnertiya NY’yê ya li Silêmaniyê kir.

50 rêxistinên Başûr têkildarî sûcên dewleta Tirk gilînameyek da  NY’yê
6 hezîran, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê 17 rêxistinên civaka sivîl biryar dabû ku li dijî dagirkerî û talankariya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê gilî bikin. Hejmara wan rêxistinan bû 50 û îro li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Silêmaniyê giliyê dagirkerî û talankariya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir.

Sekreterê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyanî bi nûnertiya 50 rêxistinên sivîl û jîngehî gilîname da Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û di civîna çapemeniyê de diyar kir ku wan ev gilî kiriye, wê heta dawiye mijarê bişopînin.

Milko Bazyanî got: “Sirûşta Kurdistanê xeta sor e. Her alî û dewletek dest bêjitê, em ê li dijî rawest in. Ji ber ku jîngeh û xweza mafeyek giştî ye. Em dest ji vî mafê xwe bernadin.”

Her wiha berpirsê Rêxistina Rewşenbîrî ya Nalî Hewrê Dilşad jî got: “Em ê van binpêkirinan heta dawiyê bişopînin. Em ê vê mijarê bigihînin Parlamentoya Iraqê û aliyên din ên peywendîdar.”