Kurdistaniyên li Lubnanê: Rêveberiya Xweser projeyeke pêbawer e

PYD û Kongreya Star ji kurdistaniyên li Lubnanê re rêzecivîn organîze kirin û piştrast kir ku Rêveberiya Xweser projeyek pêbawer e û di demeke kurt de destkeftiyên mezin bi dest xistine.

Kurdistaniyên li Lubnanê: Rêveberiya Xweser projeyeke pêbawer e
6 hezîran, 2021   10:46
BEYRÛT

PYD û Kongreya Star li gelek herêmên Lubnanê bi kurdistaniyan re civiyan.

Endama Koordînasyona Kogreya Star Netewî Xemgîn û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebdulselam Ehmed di civînan de axivîn.

Di civînan de gelek mijaran hatin nîqaşkirin, di nav de bûyerên dawîn ên li Minbicê. Axaftvanan diyar kir ku li paş van bûyeran destwerdanên derve û hundirîn heye, hewl didin destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine, derbe bikin.

Axaftvnan da zanîn ku Rêveberiya Xweser wek nimûneya çareseriya li Sûriyê ye, ji ber ku hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe.

Di civînan de, axaftvanan destnîşan kir ku gelek hêz hewl didin Rêveberiya Xweser têk bibin û vîna wê bişikînin, ji ber ku Rêveberiya Xweser ewlehî û îstiqrar li herêmê misoger kir.

Di dawiya civînan de, kurdistaniyan nêrînên xwe der barê rewşa siyasî û nexasim rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de anîn ziman.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oBYrW-DsNOo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>