Şandeyek ji Tebqayê serdana Minbicê kir

Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û şêxên eşîrên Tebqayê serdana Minbicê kir û bi rêveberên wê re civiya.

Şandeyek ji Tebqayê serdana Minbicê kir
Şandeyek ji Tebqayê serdana Minbicê kir
Şandeyek ji Tebqayê serdana Minbicê kir
Şandeyek ji Tebqayê serdana Minbicê kir
Şandeyek ji Tebqayê serdana Minbicê kir
5 hezîran, 2021   17:52
MINBIC

Piştî bûyerên ku li bajarê Minbicê qewimîn, îro şandeyeke ji rêveberî, rûspî û şêxên eşîrên Tebqayê serdana Minbicê kir. Şandeyê li avahiya Meclisa Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo got: "Em bi sererastkirin û fikrên ji bo sererastkirinê re ne, lê ne bi derxistina fitne, xerabî û wêraniyê re ne, di halê hazir de em dikarin bibêjin ku rewşa Minbicê aram e."

Mihemed Şêxo got, başbûna Minbicê başbûna tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Ji qetilkirin û xerabkirinê re êdî bes e, divê em van lîstok û fitneyan fêm bikin, gel hişyar e, lê hin kom hene armanca wan a sereke xerabkirin e."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer armanca serdana xwe ya ji bo Minbicê diyar kir û wiha axivî: "Em hatine da ku ji yekitî û hevgirtina xwe ji cîhanê re îsbat bikin û îsbat ku me ev alozî bi windahiyên herî kêm derbas kir."

Umer bal kişand ser biryarên ku têne standin û ev xal lê zêde kir:"Biryarên ku derdikevin em di pratîkê de dibînin ku li hemberî wan bertek hene çi erênî û çi neynî be, lê bûyerên li Minbicê qewimîn wekî ku me şopand dûrî sererastkirinê ne, ji ber ku herêmeke sînorî ye û her kes hewl dide vê rewşê bi kar bîne, lê belê zanebûna gel, saziyên ewlekariyê û rêveberiyan di misogerkirina aramiyê de xwedî rol bûn."

Şêxê eşîra El-Wilde ku eşîreke Tebqayê ye Ebdulletîf El-Ferec jî axivî û destnîşan kir ku ew bi lihevanîn û daxwazên rewa re ne û dijî xerabkirin û xebata bi ajandeyên derve re ne, di heman demê de li dijî dijminên vî bajarî destek in.

Şêxê eşîra Benî Esîd Sadiq El-Isêdî axivî û got li Minbicê bi saya welatiyan aloziyeke ku destên aliyên derve tê de hebû derbas kirin.

(eh)

ANHA