Ji bo 24 şehîdan merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin

Li Kobanê ji bo 24 şehîdan ku berê li goristana Şehîd Dîcle hatibûn veşartin, lê ji ber rewşa qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa koronayê merasîma sersaxiyê nehatibû pêkanîn, merasîmek hate lidarxistin

Ji bo 24 şehîdan merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin
5 hezîran, 2021   14:54
KOBANÊ

Ji bo 6 gerîlayên HPG'ê, 15 şeravnên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), 2 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û endamekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.

Kobanê sersaxiyê li goristana Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê hate vendan û bi wêneyên şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û gundewarên wê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û leşkerî herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin kon de merasîmeke hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberiyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî axivî û diyar kir ku her şehîdek ji van şehîdan dibistaneke û dîrok bi xwîna xwe nivîsandin. Arif Balî da zanîn ku ew li vê derê ne ji bo ku soza xwe bi şehîd, rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re nû bikin.

Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Firyaz Berkel axivî û diyar kir ku rêya ku şehîdan şopandiyê rêya rasteqîn e û rêya wan tevahiyan ne, ji ber ku rêyê azadî, neteweya demokratîk û azadiya gelê Kurd e.

Firyaz Berkel bang kir û got: "Divê gelên me hişyar be, ji ber ku dijmin nikare vê hêmanê leşkerî dagir bike, taybet dixe dorê."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa axivî û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anî û got:" Dema ku aloziya Sûriyê dest pê kir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîn gel hate avakirin. Ev Rêveberî rastî êrişên hov hat û gelek dewletan xwestin ku vê rêveberiyê û vê  projeyê têk bibin. Lê tevî van êrişan Rêveberiya Xweser gavên mezin û girîng davêje."

Hec îsa her wiha got, bêhna azadiyê û ruhê welatpariziyê di vê welatî de hatiye çandin û dê tevahî planên dijmin a ku hewl dide vîna gel bişkîne, têk bibin.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AxIg4MCf3bo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>