`Dewleta Tirk bi lêkirina avahiyên mêtîngeriyê hebûna xwe li Efrînê rewa dike`

Jinên efrînî avakirina avahiyên mêtîngeriyê şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê dimeşîne û dixwaze bi van avahiyan mayîna xwe li Efrînê rewa bike û demografiya wê biguherîne.

`Dewleta Tirk bi lêkirina avahiyên mêtîngeriyê hebûna xwe li Efrînê rewa dike`
5 hezîran, 2021   07:02
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, hovantirîn sûc li dijî şêniyên wê pêk anîn. Xweza, perestgeh û şûnwarên Efrînê ji wan sûcan nefilitîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi zanabûn demografiya Efrînê diguherînin, di 15`ê Mijdara 2018`an de projeyeke mêtîngerî bi navê “Gundê Şamiyê” li herêmeke çiyayê ku dikeve rojavayê bajarokê Miryemîn pêk anî.

Ji bo qutkirina bakurê Sûriyê ji welêt û ji bo ku wê tev li erdnîgariya Tirkiye bike, dewleta Tirk di vê dawiyê de bi desteka gelek rêxistinên qeterî û kiwêtî û heta ewropî jî dest bi avakirina mêtîngehan li gundên Efrînê kir da ku malbatên çeteyan lê bi cih bike.

/ar/uploads/files/2021/06/05/054202_fydan-athman-28nskh29.webp

Fîdan Osman ji Efrînê ye û niha li kampa Serdemê dimîne diyar kir ku Erdogan ji hemû gerdûnê çete kom kir û li bajarên Efrînê bi cih dike da ku şêniyên wê yên resen bide koçberkirin.

Fîdan wiha domand: “Dagirkeriya Tirk bi armanca tunekirina nasnameya kurdî û tirkkirina herêmê navên gundan, nexweşxane û dibistan guhertin. Di êrişên xwe yên li dijî Efrînê de şênî neçar kirin ku koçberî kantona Şehbayê bibin. Îro jî ji bo rizgarkirina axa xwe em gelek zehmetiyan dikişînin.”

Fîdan destnîşan kir ku rêxistinên hiqûqî tu helwestan nîşan nadin û îro jî li hemberî avakirina mêtîngehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bêdeng in.

Fîdan di dawiyê de got: “Rêbazên ku dewleta Tirk a dagirker li bajarê me pêk tîne, me ji çand û axa me dûr nakin.”

`EFRÎN A ME YE`

Piraniya şêniyên Efrînê di nava kampên koçberiyê yên li Şehba û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin. Ruxmî wê jî lê berxwedana xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê didomînin.

Efrîniya bi navê Elfet Berko got: “Dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî şêniyan û milkên wan pêk tîne. Daran qut dike, şûnwaran talan dike, jinan, zarokan û mêran direvîne. Îro jî bi rêya wan mêtîngehan dixwaze kokên kurdan ji herêmê û hebûna wan bi temamî rake.”

/ar/uploads/files/2021/06/05/054122_alft-brkw-28nskh29.webp

Elfet wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi alîkariya Qeterê û gelek dewletên din di bin navê alîkariyêên mirovî de mêtîngehan weke gundên biçûk ava dike. Bi vê yekê armanc dike hebûna xwe rewa bike. Lê ev yek israra me ya vegerê zêde dike. ”

Elfet da xuyakirin ku dîroka dewleta Tirk a xwîndar bi xwîna gelên herêmê qirêj bûye, ew Kurdan, Ermenan û pêkhateyên din qir dike û wiha gotinên xwe temam kir: “Em gelekî aştîxwaz û demokrat in û me hebûna tu kesî înkar nekiriye.”

Elfet bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker paşguh dike û got: “Bila Erdogan baş bizane ku Efrîn a me ye û em dev jê bernadin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lyXL3yLC7vw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>