​​​​​​​Ciwanên Başûr: Em ê astengiyê nasnekin, xwe bigihînin gerîla

Meşa ‘Mertalên Zindî’ ya ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk ji Koyê ber bi Behdînanê ve destpêkiribû, rastî astengiya PDK’ê hat. Girse piştî çalakiya rûniştînê daxuyanî da çapemeniyê û hate gotin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û mil bi milê gerîla li dijî dagirkeriyê rawestin.

​​​​​​​Ciwanên Başûr: Em ê astengiyê nasnekin, xwe bigihînin gerîla
30 gulan, 2021   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo piştgirîdayîna berxwedana gerîla ya ji bo parastina xaka Kurdistanê û protestokirina dewleta Tirk meşa ‘Mertalên Zindî’ ji Koyê berb i Behdînanê ve dabû destpêkirin, piştgiriyeke xurt a gel girt.

Di meşê de ji derveyî ciwanan jin û welatiyên ji gelek herêman hatibûn jî tev li çalakiyê bûn. Lê meşvan,  2 km nêzî nuqteya kontrolê ya asayîşa PDK’ê hatin astengkirin,  PDK’ê hêz şand pêşiya meşvanan û destûr neda derbas bibin.

Li gorî berpirsên asayîşê agahî dabûn, heya Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav destûrê nede, ew nikarin destûrê bidin û çalakvan derbas bibin. Tevî hemû hewldanên meşvanan jî, destûr ji aliyê asayîşê û walîtiya Hewlêrê ve ne hate dayîn ku çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dijî dagirkeriyê berdewam bike.

Piştî çalakiya rûniştinê ya nêzî 2 saetan meşvan di derdora saet 16.00’an de daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin wê çalakiya wan li deverên cûda berdewam bike.

Berdevkê Ciwanên Welatparêz Agir Kurdistan bi navê meşvanan axivî û diyar kir, armanca meşa wan a meşa ber bi Behdînanê ve protestokrina dagirkeriya Tirk bûye û dixwestin mil bidin milê gerîla li dijî dagirkirina Herêma Kurdistanê bisekinin.

Agir Kurdistan li ser astengiya hêzên PDK’ê jî got, “ Ev astengiya PDK’ê dide nîşan ku hemahengiya hêzên navxweyî li gel dewleta Tirk heye. Ev jî beşek ji dagirkeriyê ye. Bêdengiya li beramber dagirkeriyê xiyanet e, lewma em li dijî xiyanetê helwest digirin.”

Agir Kurdistan dazanîn ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin û heya dagirkerî hebe, wê mil bidin milê gerîla bi dagirkeran re biceng in.

Piştî daxuyaniyê meşvanên ‘Metalê Zindî’ dirûşmên, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimre xiyanet” gotin û paşê bi şêweya konvoy vegeriyan herêmên xwe.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/YizhjQNvVCA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>