Tûra 5'an a danûstandinên Viyanayê yên dawî ye, pirsgirêk li ser maseyê ne

Balyozê Rûsya yê li Viyanayê  Mikhail Ulyanov, got tûra niha ya danûstandinê bi Îranê re ya dawî ye û diyar kir ku li ser gera 6’an lihevkirin çênebûye. Îran jî destnîşan kir ku hin pirsgirêk hene ku danûstandin li ser berdewam in.

Tûra 5'an a danûstandinên Viyanayê yên dawî ye, pirsgirêk li ser maseyê ne
30 gulan, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê rûsî demekê berê xweşbîniya xwe der barê encama danûstandinan de diyar kiribû, hêvî dikir ku lihevkirineke di zûtirîn dem de pêk were. Her wiha destnîşan kir ku dibe tûra 5’an a dawî be.

Li paytexta Avusturya Viyanayê, danûstandinên nukleerî yên Îranê berdewam dikin û hemû alî di van danûstandinan de qala pêşketinên girîng dikin.

Îran ji aliyê xwe ve ragihand ku nîqaşên giştî ji bo çareserkirina nakokiyên sereke pêk hatin, lê di heman demê de eşkere kir ku hin pirsgirêk hene ku danûstandinên der barê wan de têne kirin.

Nûnerê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya ji bo siyaseta derve Enrique Mora rihetiya xwe der barê lihevkirinê de li ser danûstandinan anî ziman.

Serokê Şandeya danûstandinan a Amerîka li Viyana Robert Malley jî destnîşan kir ku danûstandin avaker in, di heman demê de got gelek kar heye divê were kirin.

Çavkaniyên Îranê jî ku van danûstandinên dişopînin diyar kir ku DYA'yê hîna jî rakirina tevahî cezeyan red dike.