Çeteyên dewleta Tirk zeviyên şêniyan desteser dikin û heşîşê lê diçînin

​​​​​​​Çavkaniyên taybet ji ANHA`yê re piştrast kir ku çeteyên Feyleq El-Şam bi darê zorê zeviyên niştecihên gundewarên Meydana yên navçeya Racoyê ya Efrînê desteser kirine û heşîş lê çandiye.

Çeteyên dewleta Tirk zeviyên şêniyan desteser dikin û heşîşê lê diçînin
30 gulan, 2021   11:46
ŞEHBA

Çavkaniyan ji herêmê ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam bi fermanên ji îstixbarata Tirk bi darê zorê zeviyên çandiniyê yên şêniyên gundewarên Meydana yên nêzî sînorê dewleta Tirk re li navçeya Raco ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî desteser kirin û madeya heşîşê lê çand.

Li zeviyên gundên Gewanda, Dûdê, Kurê, Gazê, Welîkliyê, Sêmala, Mistkûtê yên navçeya Raco ya Efrînê heşîş tê çandin.

Li gorî çavkaniyan ku xwediyekî zeviyên hatine desteserkirin, Luqman Şêxo Qenbe ji gundê Gewanda ye û çeteyan hektarek ji zeviyên wî ku 400 m dûrî xeta sînorê bi dewleta Tirk re ye. Her wiha Receb Qenber ku çeteyan hektarek ji zeviyên wî yê li nêzî xeta sînor desteser kiriye.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan gelek zeviyên çandiniyê yê heman gundî destser kirine da ku madeya heşîşê lê biçînin û got: "Çete çemê Ava Reş ji bo avdana heşîşê ku li zeviyên şêniyên gundê Gewanda yên nêzî sînor çandine, bi kar tîne."

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El-Şam piştî ku welatiyê bi navê Şerîf Qenber û hevjîna wî red kir ku sewalên malbatên çeteyan derbasî nava rezê wî bibe, li wan xistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Adara 2018`an de ji dema ku kantona Efrînê dagir kiriye, sûcên qirêjî ji kuştin, revandin, îşkencekirin, talankirin, guhertina demografiyê pêk tînin.

(bx)

ANHA