‘Dixwazin hemû gelan qir bikin’

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku heta ku rêber Abdullah Oclan li Îmraliyê girtî be, dê dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd bidomîne û got “Divê hemû gel li dijî vê qirkirin û êrişên Osmanî yên nû bibin xwedî helwestekw hevpar.”

‘Dixwazin hemû gelan qir bikin’
29 gulan, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedana dîrokî ya gerîla dewam dike, her wiha çalakî û daxuyaniyên beşên cuda yên civakê yên li dijî êrişan jî dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên bi teknîka pêşketî pêk anîn, lê dîsa jî li hermber gerîla bi ser neket û dest bi şandina cerdevan û çeteyan ber bi eniyên pêş ve kir. Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Altan, 560 çeteyên ji Sûriyê ku dewleta Tirk ji Lîbyayê anîne, li bajarokê Rûbarok ê Culemêrgê li yekîneyeke leşkerî bi cih kirine. Hat ragihandin ku beriya niha bi qasî hezar çeteyên ji Sûriyê li baregeheke Tirkiyê ya li Bamerniyê bi cih kirine.

/ar/uploads/files/2021/05/29/092505_img_3723.webp

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed der barê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk de diyar kir ku ev êriş bi armanca pêkanîna projeya Osmanî ya nû ne û got: "Êriş di nava planekê de bi pêş dikevin. Armanc, afirandina Împaratoriya Osmanî ya nû ye. Osmanî xwedî dîrokeke tijî komkujî ne. Îro jî dewleta Tirk vê siyasetê dimeşîne."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ REWA BIKE’

Telal Mihemed destnîşan kir ku êrişên dagirkeriyê tenê bi Herêmên Parastinê yên Medyayê re sînordar namînin, her wiha xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hedefa dagirkeran e û wiha got: “Heke dewleta Tirk bikare, dê hemû Rojhilata Navîn dagir bike. Armanca wan ev e. Dewleta Tirk gavên hêzên navneteweyî yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, asteng dike. Ji bo ku pêşî lê bigire, hewl dide pêşî li hemû Kurdistanê belav bibe. Lê belê bi çareseriya krîza li herêmê re dê hebûna dewleta Tirk li van herêmên dagirkirî nemîne."

Telal Mihemed diyar kir ku ne tenê PKK hedef e, lê hedefa sereke qirkirina Kurdan e û wiha dewam kir: “Ev êriş li dijî hemû gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd in. Erdogan ne tenê partiyekê, bi giştî êrişî destketiyên gelê Kurd dike."

Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cîwarên Ereb, Asûr, Ermen û êzidiyan ên di nava sînorên Iraqê de bi bîr xistin û destnîşan kir ku bi vî rengî hewl didin mirovan koçber bikin û demografiyê biguherînin.

Mihemed got dewleta Tirk hewl dide ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê herêmê dagir bike û gelên herêmê li dijî vê yekê şer dikin, ji ber ku ne tenê Kurd, di heman demê de Asûrî, Suryan û Ereb jî di bin bandora van êrişan de ne.

Telal Mihemed bêdengiya hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişan jî rexne kir û got:  “Ev helwest nayê qebûlkirin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê hê jî li hemberî dagirkirina axa ku bi keda gel hatiye qezenckirin bê deng e. Dewletek armanc dike ku bi qirkirina gelên herêmê, xaka dewleteke din dagir bike. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye ku li hemberî vê bê deng bimînin. Armanca wan ew e ku hemû gelan qir bikin. Di wî warî de divê hemû gel li dijî vê qirkirin û êrişên Osmanî yên nû bibin xwedî helwesteke hevpar."

‘GERÎLA XAKA KURDISTANÊ DIPARÊZE’

/ar/uploads/files/2021/05/29/092613_img_3734.webp

Xizmê şehîd Hesen Mihemed Silêman jî rêbazên teknîk ên dewleta Tirk ên li dijî gerîla ku nikare şer bike, nirxandin û bal kişand ser berxwedana gerîla û wiha axivî:  "Heta ku rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtî be, wê dewleta Tirk van êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd bidomîne. Li gel vê yekê jî zarokên me ji bo parastina axa xwe şer dikin."

Silêman got: "Divê êdî hêzên navneteweyî qirkirina li ser Kurdan bibînin û helwestek dijber nîşan bidin. Kurd dê têkoşîna xwe bidomînin. Îro zarokê min e, sibê zarokê wî ye û dê kurên wan vê axê biparêzin. Xaka Kurdistanê ne bê îrade ye û em ê teslîmî dijmin nebin."

‘DEWLETA TIRK DAGIRKER E’

Hesen Mihemed Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide eniya têkoşîna hevpar a Kurd, Ereb û Suryanan ji hev biqetîne û got: "Gelên Başûrê Kurdistanê axa xwe diparêzin. Dewleta Tirk li wir dagirker e."

Silêman silav li berxwedana gerîla kir û wiha pê de çû: "Zarokên me heta dawiyê li dijî dijmin şer dikin. Ax û rûmeta gelê xwe diparêzin. Gerîla bi qehremanî li dijî teknîka dewleta Tirk li ber xwe didin. Dewleta Tirk bêyî hêza hewayî nikare li pêşberî gerîla deqeyekê jî li ber xwe bide. Divê gelê Kurd jî li her derê li dijî dijmin xaka xwe biparêze.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE FIKRA OSMANIYAN BELAV BIKE’

/ar/uploads/files/2021/05/29/092557_kurdiyar-direi.webp

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Kurdiyar Dirêî jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide zîhniyeta Osmanî ya li Rojhilata Navîn di çarçoveya projeya îslama nerm a DYA’yê de ji nû ve zindî bike û got: “Erdogan dibêje salvegera sedemîn a Peymana Lozanê bi dawî bûye. Di vê çarçoveyê de Erdogan armanc dike ku Osmaniyan li Mûsil, Rojava û herêmên din belav bike."

Dirêî diyar kir ku tevgera azadiyê ya Kurd yekane hêz e ku li dijî xeyalên Osmanî yên dewleta Tirk radiweste û wiha dewam kir: “Tevgera azadiyê ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê paşeroja gelê xwe diparêze. Gerîla jî li dijî teslîmiyetê li ber xwe dide.”

Dirêî diyar kir ku dewleta Tirk bi bicihkirina çeteyan li eniyên şer ên Kurdistanê, li Sûriyê û herêmên din heman rêbaz ji bo qirkirinan li dijî gelan bi kar anîn.

‘DIXWAZIN DEMOGRAFIYÊ BIGUHERÎNI’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku hewl didin demografiya Başûrê Kurdistanê biguherînin û wiha got: “Heke dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê ya li Başûr de bi ser bikeve, mîna li Efrîn û Serêkaniyê dê hewl bide demografiya herêmê biguherîne. Dewleta Tirk îro li Efrînê xaniyên nû ava dike û filistînî û malbatên çeteyan li wir bi cih dike. Plan dike ku piştî dagirkeriyê heman tişt li Kurdistanê jî bike. Dixwaze Kurdistanê ku berê bi sînoran parçekirî bû, dîsa bi rêya çeteyên dewleta Tirk parçe bike. Tevgera azadiyê ya Kurd li pêşiya van hemû planên dewleta Tirk asteng e. Êrişa xwe ya li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dewam dike. Tevî van hemûyan jî hikumeta Başûr û PDK li hemberî dewleta Tirk bê deng dimînin.”

Kurdiyar Dirêî destnîşan kir ku parçebûna di nava tevgerên Kurd de destê dewleta Tirk di qirkirina Kurdan de xurt kiriye û got: “Gelê Kurd bê nefes tê hiştin û dixwazin bixeniqînin. Ji bo vê jî di serî de êrişî PKK'ê dike. Dewleta Tirk di van êrişan de dixwaze bi êrişa dagirkeriyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê re dîsa gotinên “Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye" ji nû ve bibêje. Wek rewşenbîr em bang li hemû tevgerên Kurdan dikin; êdî bes e, li dijî van hemû êrişan em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Dem ew dem e ku li hemberî van êrişan yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Em tenê dikarin bi helwesta xwe ya bi hev re bersivê bidin êrişên li dijî gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê. Îro tevgera azadiyê ya Kurdistanê vê yekê ji bo tevahiya gelê Kurd dike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MC_mbDA_2OQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>