Li çiyayê Cûdî cerdevanên dewleta Tirk daran dibirin

Cerdevanên dewleta Tirk a dagirker li qada Tîkera ya Bestayê ya çiyayê Cûdî di bin çavdêriya leşkerên Tirk de daran dibirin.

Li çiyayê Cûdî cerdevanên dewleta Tirk daran dibirin
29 gulan, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku cerdevanên ku ji bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê çûne û bi alîkariya hin kesên din qira daran tînin. Ji roja sêşemê ve dar têne birîn û hate gotin ku bi qasî 400 tonî dar hatine birîn.

Hate gotin piranî jê cerdevan 70 kes in ên ku daran dibirin û daran didin ber xîzaran. Hate diyarkirin 30 traktor birine cihê ku dar lê hatine birîn û bi kêmanî çar sefer kirine û dar ji herêmê birine. Darên ku hatine birin, dibinê tabûra leşkerî ya di navbera Sêgirkê û Gundikê Melî de.

Sala çûyî jî li qada Gûrarîştê, Gera Rûviyan, Şikêra Keran û Banê Elî yên li bejahiya gundên Cifan, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitinê, Bêşerê û Gundikê Remo dar hatibûn birîn.