Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist

Di bin diruşmeya "Ber bi Sûriyeke pirreng, demokrat û nenavendî ve ku jiyanê di jîngeheke saxlem de misoger bike" Partiya Kesk a Kurdistanê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist
Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist
Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist
Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist
Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist
Partiya Kesk a Kurdistanê kongreyê xwe yê duyemîn li dar xist
28 gulan, 2021   11:42
QAMIŞLO

Partiya Kesk a Kurdistanê li hola Beylesan a navçeya Amûdê kongrê xwe yê duyemîn li dar xist. Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Sûriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Soroya ya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de 150 delegên Partiya Kesk a Kurdistanê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hazir bûn. Kongirê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê axivî û bi xêrhatina mêvanan kir.

Ehmê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûiyê bi hevkariya partiyên neteweyî rêveberiyeke xweser ava kir, ji ber vê sedemê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên wan zêdetir kir û hin herêm dagir kirin.

Ehmê diyar kir ku piştî dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk guhertinên demografî her wiha zextê li ser şêniyan pêk tîne.

Luqman Ehmê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê û got, armanc ji van êrişan dagirkirin, qirkirina gelê Kurd û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê ye.

Dure endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Çolî axivî û kongireya duyemîn a partiyê li endamê wê pîroz kir.

Her wiha Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim axivî û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku endamên Pariya Kesk a Kurdistanî bi partiyên ku tev li Rêveberiya Xweser bûne hevkar be li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekine.

Enwer Muslim destnîşan kir ku dewleta Tirk di pêkanîna armancên xwe yên li herêmê de bi ser neketin, ji berê vê yekê bi şerê taybet û bi qutkirina avê şerê wan dike. Her wiha li dijî kesên ku piştgiriya berxwedanan Kobanê kiribûn dozek vekiriye.

Muslim bal kişand ser siyasetên hikumeta Şamê û got: "Ji dehên salan ve kuştin xirabkirinê dike, lê mixabin di tecrûbeya xwe ya leşkerî de hîn jî dewam dike û bi çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane nafikire."

Piştre Hevserokê Partiya Soroya Demokratîk Aho Hena jî axivî û hêviya serkeftinê ji bo Partiya Kesk a Kurdistanî re xwest.

Piştî axaftinan senivîzyonek derbarê kar û  xebatê Partiya Kesk a Kurdistanê yên 4 salan de hate pêşandan.

Di kongreyê de dê rêziknameya partiyê were xwendin û meclisa nû were hilbijartin.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku Partiya Kesk a Kurdistanê 12' Çileya 2013'an de hate ragihandin û kongreya xwe ya yekemîn di 27'ê Gulana 2015'an de li dar xistibû.

(sb)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kmLxQS_OtuY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>