HPG: Di pêngava Bazên Zagrosê de 6 dagirker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku di çarçoveya çalakiyên pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

HPG: Di pêngava Bazên Zagrosê de 6 dagirker hatin kuştin
28 gulan, 2021   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) a li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

25'ê Gulanê saet di 18:30'î de li qada Mêzê ya herêma Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me yên ku xwe berdan nava dagirkeran bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek din jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, dagirkeran dest ji qada ku lê bûn berdan û vekişiyan. Dagirkeran saet di 21:30'î de mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.

26'ê Gulanê saet di 06:30'î de li qada Çiyayê Reş a herêma Zapê, hêzên me çûn ser Girê Şehîd Cigerxwîn û bi kamerayeke mobese ya li ser gir hesiyan. Hêzên me yên bi vê kameraya ku ji bo kişandina dîmenê gerîla hatibû danîn hesiyan, vekişiyan. Piştre jî hêzên me dagirkerên hatin vê qadê kontrol kirin û bi rengê sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Hêzên me yên YJA Starê roja 28'ê Gulanê saet di 08:30'î de li dijî dagirkerên ku dixwest ji ser Girê Şehîd Mervan ber bi Tengava Nêrwe ve biçin, çalakiya sûîqestê li dar xist. Dagirkerek hate kuştin. Dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin, piştî çalakiyê vekişiyan

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

28'ê Gulanê saet di 08:00`an de li Girê Zendûra yê herêma Metînayê li dijî dagirkerên ku xwestin bikevin tunelên şer, çalakiyek hate lidarxistin. Di encama derbên xurt de dagirker neçar man ku hêzên xwe vekişînin.

ÊRIŞÊN BI HELÎKOPTER Û BALAFIRAN DEWAM DIKIN

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ye:

27'ê Gulanê saet di navbera 14:15-15:00`an de qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê bi balafirên şer 3 caran hate bombekirin.

27'ê Gulanê saet di navbera 23:45-00:30'î de li qadên Mervanos û Şûkê yên herêma Avaşînê helîkopter geriyan.

27'ê Gulanê saet di 15:00, 23:00 û 00:00 de qada Sîda ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin, şewat bi herêmê ket.

27'ê Gulanê saet di navbera 23:30-01:00 de qadên Cîlo yê Biçûk, Dola Şehîd Ozgur, qadên Şehîd Serxwebûn û Tîpa T ên herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

28'ê Gulanê saet di 06:30 û 08:00 de qada Çemço ya herêma Zapê hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."