Komîteya Ezmûnan ji bo ezmûnên refên 9 û 12`an 64 navend amade kirin

Komîteya Ezmûnan a herêma Cizîrê kartên ezmûnan ên refên 9 û 12`an amade kirin û li xwendekaran dest bi belavkirina wan kir. Ji bo cihên ezmûnan jî 64 navend hatine amadekirin.

Komîteya Ezmûnan ji bo ezmûnên refên 9 û 12`an 64 navend amade kirin
25 gulan, 2021   07:21
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo sala xwendinê ya 2020-2021 pirsên ezmûnan ji bo refên 9 û 12`an amade kirin. Piştî derxistina bernameya ezmûnan û amadekirina kartên ezmûnan, Komîteya Ezmûnan dest bi belavkirina kartan li xwendekaran kir.

Ji bo ku hemû xwendevan li yek cihî kom nebin û rastî zehmetiyên çûn û hatinê neyên û di dema xwe li navendên ezmûnan amade bin, Navenda Ezmûnan li Qamişlo, Hesekê, Girkê Legê û Dirbêsiyê navend amade kirin.

Li hemû bajaran ji bo refên 9 û 12`an navend amade ne, lê li navenda navçeya Dirbêsiyê tenê ji bo refa 9`an hatiye amadekirin.

Li Qamişloyê ji bo refa 12`an 6 navend û ji bo refa 9`an jî 12 navendên ezmûnan hatine amadekirin.

Li navçeya Dirbêsiyê 5 navend ji bo refa 9`an û li bajarê Hesekê jî 8 navend ji bo refên 9 û 12`an hatine amadekirin.

Li navçeya Girkê Legê ji bo refa 9`an 10 navend û ji bo refa 12`an 11 navend hatine amadekirin.

Endamê Komîteya Ezmûnan Nûrî El-Elî ji ajansa me re diyar kir ku wan beriya 2 rojan kartên ezmûnan radestî rêveberên dibistanan ên li bajar û navçeyên herêma Cizîrê kirine û li xwendevanan belav dikin.

BERNAMEYA EZMÛNAN

Ji bo refa 9`emîn dê ezmûn di 7`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 24`ê Hezîranê de bi dawî bibin.

Ji bo refa 12’an a beşa zanistî dê ezmûn di 6`ê Hezîranê dest pê bikin û di 27`ê Hezîranê de jî bi dawî bibin.

Ji bo refa 12’an a beşa wêjeyî jî dê ezmûn di 6`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 23`yê Hezîranê de bi dawî bibin.

Hejmara xwendekarên refa 12’an li herêma Cizîrê digihêje 3 hezar û 172’yan û hejmara xwendekarên refa 9’an jî digihêje 3 hezar û 66 xwendekaran.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8wrjTaDDlOM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>