Di êrişa li Derayê ya li dijî hêzên hikumeta Şamê de 3 kes hatin kuştin

Li Derayê di encama êrişeke çekdarî de ku wesîteyeke girêdayî hêzên hikumeta Şamê kir armanc, 3 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa li Derayê ya li dijî hêzên hikumeta Şamê de 3 kes hatin kuştin
15 gulan, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas li bajarokê Eyn Zikir wesayîteke girêdayî Lîwa 112’an a hêzên hikumeta Şamê kir hedef.

Di encama êrişê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Hikumetê hêzên xwe li herêmê xurt kirin û qedexeya derketina derve li bajarok ferz kir.

(dm)