Kongreya Star piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da

Kongreya Star a kantona Kobanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi seferberiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê re ku beriya çend rojan ragihandiye, nîşan da.

Kongreya Star piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan da
10 gulan, 2021   11:15
KOBANÊ

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a Kobanê ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Majda Hesûn ve hate xwendin.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji hemleya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger re ku ji bo destekdayîna berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihandiye, nîşan da û got: “Em gerîlayên xwe li hemberî dagirkeriya Tirk bi tenê nahêlin.”

Her wiha hate gotin ku ew ê heta dawiyê bi gerîlayên HPG`ê re bin, her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û wiha dewam kir: “Ew bêdengî tê wateya ku destûra dagirkirina herêmê dane dewleta Tirk. Em xwe naspêrin kesî, em xwe dispêrin şervanên xwe, çawa berê bi ser ketin dê niha jî teqez bi ser bikevin.”

Kongeya Sar di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû jinên azadîxwaz kir ku tev li hemleyê bibin û li dora berxwedana gerîla kom bibin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SNykPSUgzbw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>