Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re dîsa serî li serdozgeriya komarê a bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan kirin
5 gulan, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta 'nexşerêya' ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2019'an ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke parêzname amade kir, di 23'ê Îlona 2020'î de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû. Tevî ku ev qedexe di 23'ê Adarê de bi dawî bû ji bo serlêdanên parêzeran bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayin.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.