Selman Barûdo: Ji sedî 90 refên kuliyan hatin tunekirin

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku xebata tunekirina refên kuliyên ku derbasî gundewarê rojhilatê Dêrazorê bûne erênî bû û got divê Urdin û Iraq jî bibin alîkar.

Selman Barûdo: Ji sedî 90 refên kuliyan hatin tunekirin
3 gulan, 2021   07:07
REQA-XALID EL-CUMA

Di demên dawî de refên kuliyan ji Iraq û Urdinê derbasî gundewarê rojhilatê Dêrazorê bûn û zeviyên çandiniyê dan ber xwe. Ev cure kulî keskahiyê bi giştî û genim bi taybet dixwin.

Îsal ji salên herî zehmet e ku di ser herêmê re derbas dibe, sedemên vê yekê kêmbûna baranê û qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ye. Li aliyekî din ketina kuliyan ya nava zeviyan, azara cotkaran zêdtir dike û derfetên serkeftina hilberînan nexasim jî genim, lewaz dike.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo diyar kir ku desteyê bi hevkariya komîteyên aborî û gerînendeyên çandiniyê yên rêveberiyên sivîl û xweser, bi hemû derfetên xwe li hemberî refên kuliyan ên ku ji aliyê herêma Hecînê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê re derbasî Sûriyê bûne, sekinî û ji sedî 90 ji kuliyan hatin tunekirin.

Barûdo destnîşan kir ku dema aktîfbûna dermanên ku ji bo tunekirina kuliyan bi kar anîne, nezêdetirî 20 rojan e û hişyarî da:"Ger ev kulî li Urdin û Iraqê neyên tunekirin, dibe ku ev ref ji berê zêdetir werin, ji ber ku ev dem, dema danîna hêkan û xwezêdekirina kuliyan e, mêya kuliyan ji 95 heta 158 hêkan datîne, ev yek hişyariya kareseteke rastîn e."

Silêman Barûdo îşaret bi keda ku welatiyên Dêrazorê û endamên saziyên sivîl dane kir ku di tunekirina kuliyan de, alîkariya Rêveberiya Xweser kirine.

Silêman Barûdo piştrast kir ku heger careke din refên kuliyan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser û saziyên wê amade ne ku parastina hilberînên şêniyên herêmê bikin.

Refên kuliyan ên ku derbasî gundewarê rojhilatê Dêrazorê bûne ji aliyê Iraqê ve hatine, dema derbasbûna wan ji kambaxtirîn deman e, ji ber ku keskahî û genim xwarina sereke ya kuliyan e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bmOlEQFGpzI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>