Li Minbicê xwepêşandan li dijî sûcên dewleta Tirk

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û pîrozkirina 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê, bi dirûşma "Bi saya lehengên 1’ê Gulanê em ê dagirkeran têk bibin û bi ser bikevin" xwepêşandanek li dar xist.

Li Minbicê xwepêşandan li dijî sûcên dewleta Tirk
2 gulan, 2021   12:13
MINBIC

Xwepêşandana ku ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê hatiye organîzekirin, bi sedan şênî, karker, endamên sazî û komîteyên girêdayî rêveberiya Minbicê tev lê bûn.

Xwepêşandan ji Çerxerêya El-Mîzan a li ser rêya Helebê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Karkerên Paqijiyê ya rojavayî bajêr ve çû. Di xwepêşadanê de ala Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û pankartên "Bila ala serkeftinê ji jina azad re bilind bibe, “Bi yekitiyê em ê bi ser bikein” û “Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin hildan.

/kr/uploads/files/2021/05/02/125652_-.webp

Xwepêşandan piştre veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Yekitiya Karkeran a Minbicê Asya El-Ilêwî axivî û tekez kir ku karker zengîniyeke rast ji welêt re ne û bingeha çûyîna ber bi pêşerojeke baş ve ne.

Paşê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û û got 1!ê Gulanê şoreşa rûmetê ye. Mihemed Elî El-Ebû wiha domand: "Şoreşek li dijî zilm û desthilatdariyê bû ku di wê demê de rastî karkeran hat. Ev hemû di bin desthilata sîstemên zordar de dihatin birêvebirin. Heta niha jî ev sîstem destê xwe ber bi hemû gelên azad ve dirêj dike."

Elî El-Ebo behsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk da dagirker û sîstema wê ya desthilatdar binpêkirin û zilmê li dijî hemû gelên herêmê pêk tîne ne tenê li Sûriyê. Her tim destwerdana bakurê Iraqê dike û em dibînin ku xaka Sûriyê dagir dike."

Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku dewleta Tirk baregehan li Cerablusê ava dike da ku demografiya herêmê biguhêre.

Di dawiyê de Mihemed Elî El-Ebo tekez kir ku dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê wek alav bi kar tîne da ku çavnebariya wê ya qirêj bi rêya avakirina baregehan li Cerablus, Efrîn û hemû xaka Sûriyê ku Erdogan dagir kiriye û gelê Sûriyê yê hundirîn di wan deveran de bi cih kiriye da ku dema bixwaze wan bi kar bîne.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê bang li welatiyên Sûriyê kir ku ji xewa xwe şiyar bin û vegerin welatparêziya xwe û Sûriyeya xew da ku Sûriyê ji nû ve ava bikin û wiha got: “Erdogan kiryarên xwe li dijî gelê Sûriyê dewam dike. Herî dawî jî ava çemê Firatê qut kir, ku ew çem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Sûriyê bi giştî damara jiyanê ye.”

El-Ebo wiha axaftina xwe domand: “Ew avê bernade û dibêje ez misliman im û banga îslamê dike. Niha em di meha Remezanê ya pîroz de ne. Her kes dizane ku sê tiştên sereke hene nabe ku li ser kesî bên qutkirin ew jî av, agir û xwarin in. Ew jî avê li ser me qut dike.”

‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERPIRSIYARIYÊN XWE YÊN EXLAQÎ Û MIROVÎ PÊK BÎNE’

El-Ebo ji bêdengiya navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk, mixabiniya xwe anî ziman û wiha got: “Mixabin, bi vê bêdengî û bê helwestiya civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî me xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tenê dibînin.”

Mihemed Elî El-Ebo teqez kir ku bi ruhê şoreşa karkeran wê bi hemû rêbazên aştiyane wekî meş û xwepêşandanên li sernaserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşê baş bikin.”

 (bx-cx)

ANHA