Mesûd Elî: Qutkirina ava çemê Firatê sûcekî şer û qirkirina komî ye

Hiqûqnas Mesûd Elî teqez kir ku qutkirina avê li ser şêniyên herêmê sûcekî şer û qirkirina komî ye. Elî bang li civaka navneteweyî kir ku vê sûcê li dijî şêniyên herêmê rawestîne.

Mesûd Elî: Qutkirina ava çemê Firatê sûcekî şer û qirkirina komî ye
1 gulan, 2021   05:30
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk a dagirker vê carê bi rêya avê şerê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi zanabûn ava çemê Firatê qut dike ku li Sûriyê ji girîngtirîn jêderên avê yên sereke ye û nahêle para herêmê ji ava çemê derbasî herêmê bibe.

Girêdayî mijarê hiqûqnas Mesûd Elî ku ku qanûna navneteweyî xwendiye, got: “Dewleta Tirk ji destpêka êrişên xwe yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de, ava çemê Firatê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibire. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Elî diyar kir ku sûcên dewleta Tirk ên qutkirina ava vexwarinê li ser şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî rêgezên mirovahiyê yên peymanên navneteweyî sûcekî şer e.

Elî destnîşan kir ku li gorî madeyên 12 û 13 yên qanûnên mirovî yên navneteweyî û Dadgeha Cezayan a Navneteweyî sûcên dewleta Tirk sûcên şer in û li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sala 1948`an jî qirkirina komî ye.

Elî axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dibêje ew li gorî qanûnan tevdigere. Lê kiryarên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna qutkirina avê û bêparhiştina herêmê ji ava vexwarinê hemû li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ruxmî ku ji kiryarên dewleta Tirk diyar dibe ku dewleteke dagirker e û îtîrafê bi qanûnan nake jî, lê NY`yî û dadgehên navneteweyî wê ceza nakin.”

Elî destnîşan kir ku li gorî qanûna şer, heke nakokî û şer di navbera du welatan hebe, divê her du alî sûdê ji berhemên xwezayî mîna avê bigirin û bi awayekî adil bi kar bînin û got: "Lê dewleta Tirk wisa nake. Ji 2019`an ve zêdetirî 13 caran av li ser Hesekê qut kiriye û her carê avê zêdetirî mehekê qut dike. "

Hiqûqnas Mesûd Elî di dawiyê de got pêwîst e NY`yî û Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê helwestekê nîşan bidin û sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin, ku jiyana derdora milyonek kesî tehdîd dike. Elî diyar kir ku Heke rewşa wisa berdewam bike, dê karesateke mirovî li herêmê rû bide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9Rc9CE47K_g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>