Fermandarê hêzên DYA`yê li Efganistanê: Me dest bi vekişîna hêzên xwe kir

Fermandarê hêzên Amerîkayê li Efganistanê Austin Scott Miller got wan dest bi pêvajoya valakirina hin baregehên leşkerî yên li Efganistanê kiriye.

Fermandarê hêzên DYA`yê li Efganistanê: Me dest bi vekişîna hêzên xwe kir
26 nîsan, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Austin Scott Miller di civînek çapemeniyê de ku li Kabûlê ji hêla kanalên Amerîkayê ve hate ragihandin, got baregehan dê radestî Wezareta Parastinê û hêzên din ên Efganistanê bikin. Miller destnîşan kir ku roja fermî ya vekişînê 1'ê Gulanê ye, her wiha diyar kir ku tedbîrên pratîkî yên herêmî dest pê kirine.

Ajansa Associated Press ya Amarîkeyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên pêbawer, ragihand ku rêveberê CIA’yê William Burns hefteya borî serdana Kabûlê kir da ku bi rayedarên Efganistanê re pêvajoya vekişînê nîqaş bike.

(dx)