Kenan Berekat: Heya niha danûstandin bê encam in

Kenan Berekat destnîşan kir ku heya niha danûstandin bê encam in û hêzên Rûs di  danûstandina de piştgiriya hikumeta Şamê dikin. Têkildarî çareseriyê jî Berekat got: "Divê bi awayekî giştî ev çete ji herêmê derbikevin." 

Kenan Berekat: Heya niha danûstandin bê encam in
25 nîsan, 2021   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên çeteyên “Dîfaa El-Wetenî” di roja 5`an de berdewam dikin. Agirbesta 3`yemîn ya ku bi danûstandinên sêalî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê ya bi navbeynkariya QSD’ê pêkhatibû dîsa ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hat binpê kirin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêmê Cizîrê Kenan Berekat derbarê hevdîtinên ji bo bidawîkirina van êrişan de anî ziman ku heya niha tiştek derneketiye.

Berekat bi bîr xist ku ev êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî di sala 2004`an de jî li ser şêniyên bajarê Qamişlo çêbû bû û got: “Ev êrişên çeteyan encama hişmendiya hikumeta Şamê ye ya 10 salan e. Beriya niha jî êrişên wan yên dijwar li ser hêzên me hatin kirin ku di encamê de gelek hevalên me şehîd ketin, gelek şaneyên veşartî ji bo pêkanîna teqînan ji aliyê wan ve hatin avakirin. Şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên Dîfaa El-Wetenî di lêpirsînê de gotin.”

`DERVEYÎ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN DIVÊ TU HÊZ QAMIŞLO NEMÎNÊ`

Berekat derbarê çareserkirina vê pirsgirêkê re diyar kir ku divê bi awayekî giştî çeteyên  Dîfaa El-Wetenî ji herêmê bên derxistin û got: “Hebûna van çeteyan li herêmê pirsgirêkekî gelekî mezin e. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivek mezin dan van çeteyan ku wan hêvî nedikir. Hêza me heye ku êrişên wan bişkînin û hemû kesên ku piştgiriya wan dike li hember bisekinin. Çareseriya stratejîk ji bo vê pirsgirêkê ku ev çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî” divê bitemamî ji bajarê Qamişlo nebin. Erkê parastinê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Derveyî vê divê tu hêz wekî çeteyên Dîfaa El-Wetenî di nav bajarê Qamişlo tine bin. ”

Berekat destnîşan kir ku hikumeta Şamê û hemû hevalbendên wê dixwastin ku qada şer fireh bikin ku bandora wê li hemû herêmê bikin û wiha pêde çû: “Hewildanên wan hebûn ku di nav gelan de şer derbixînin. Li ser malparên civakî hin tiştên ku hatine belav kirin qaşo wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji taxa Teyî wê derbikevê û hikumeta Şamê vegerê, ne rast in.”

`HEYA NIHA DANÛSTANDIN BÊENCAMIN`

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat têkildarî hevdîtinên ku bi hêzên Rûsya re çêbûn re diyar kir ku hêzên Rûsyayê piştgiriya hikumeta Şamê dike û got: “Hêzên Rûs di nîqaşan de dixwazin hin tiştan ji bo hikumeta Şamê pêk bînin ku berjewendiyên xwe jî tê de dîbinin. Danûstandinê ku çêdibin heya niha bê encam in, her aliyek berjwendiyên xwe dixwaze. Em jî berjewendiyên gelê xwe dixwazin û ew aliyên din jî berjewendiyên hikumeta Şamê dixwazin.”

ANHA