Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn: Berxwedana me dê bidome

Koordînasyona Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk li dijî pêşveçûna QSD’ê pêk hat.

Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn: Berxwedana me dê bidome
25 nîsan, 2021   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî êrişa dewleta Tirk ku 2017`an de li dijî Qereçoxê ya herêma Dêrikê ya Qamişloyê, daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Daxuyanî wiha ye:

"Roja sêşemê 25`ê Nîsana 2017`an balafirên şer ên dewleta Tirk êrişî navenda fermandariya YPG`ê ya li Qereçoxê kir. Di encama wê de 20 şervan şehîd bûn û gelel şervan birîndar bûn.

Ev êriş di demekê de ku hêzên QSD`ê hemleya Xezeba Firatê ji bo rizgarkirina Reqayê dimeşand, hate kirin. Rejîma Tirk bi vê êrişê hewl da ku zexta hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê kêm bike bi rêya astengkirina pêşveçûna hemleya rizgarkirina Reqayê.

Em tekez dikin ku xwîna şehîdên me yên di oxira azadî û rûmeta gelan de canê xwe feda kir, dê vala neçe. Xwîna wan xaka Rojava av da û û rêya pêşerojê diyar kir. Kiryarên terorî dê tu carî îradeya me di parastina neteweya me de, têk nebin. 

Civaka me niha di meha Nîsanê de ye ku jin û mêrên payebilind ku parastina civak û mirovahiya xwe û rûmeta mirovahiyê kirin, şehîd bûne. Di her rojek di meha Nîsanê de efsaneyên dîrokî û lehengiyên şehadetê hene. Ji ber wê jî vê mehê sîfeta meha şehîdan bi serfirazî girt. Ji wan şehîd Nalîn Mûş û Hêlîn ku rola wan di avakirina sîstema neteweya demokratîk û avakirina YPJ`ê pir mezin bû û karîbûn rêya dîroka li tevahî Rojava biguherin.

Tevî hedefgirtin û komployên li dijî hêz û gelê me, lê me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em li virin û emê bexwedan û têkoşîna xwe dewam bikin. Sîstemenên terorîst li herêmê û rejîma Baas û alavên terorîst weke DAIŞ`ê û wekî din ji çeteyên terorîst nikarin îradeya me têk bibin. Me parastina nirxên mirovahiyê kir û em heta niha parastina wê dikin û emê dewam bikin. Em ê rastiya sîstemên terorîst weke rejîma Tirkiyê ku destekê dide teror û terorîstan ji cîhanê re eşkere bikin.

Erdogan ku tevahî cîhan der barê sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne bêdeng e,  terorîstan weke alavan li derdora xwe kom dike da ku wan li dijî dewletên cîhanê û gelên azadîxwaz bikar bîne.

Di dawiyê de em şehîdên Qereçox û şehîdên taxa Teyî ya bajarê Qamişlo bi bîr tînin. Em soz didin wan û gelê xwe ku em ê heta pêkanîna armancên şoreşê di jiyana hevbeş û pêkanîna sîstema wekhev ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê misoger dike, li ber xwe bidin. Em ê rêya azadiyê dewam bikin, têkoşîna xwe bilind bikin heta ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji terorîst û dagirkerên Tirk, rizgar bikin."

(bx)

ANHA