Li Xezayê careke din şer rû da

Komên Filistînê careke din moşek avêtin nuqteyên leşkerî û bajarokên Îsraîlê yên nêzî Xezayê. Her wiha li Qudsê di navbera filistînî û polîsên Îsraîlê û komên rastigir ên Îsraîlê de alozî heye.

Li Xezayê careke din şer rû da
25 nîsan, 2021   09:16
XEZA

Nûçegihanê me yê li Xezayê diyar kir ku komên Filistînê gelek moşek avêtin bajarokên Îsraîlê. Li gorî çapemeniya Îsraîlê tu ziyanên canî çênebûne.

Her wiha destnîşan kir ku tê payîn ku artêşa Îsraîlê bersiva van êrişan bide.

Ji aliyekî din ve, gelek ciwanên filistînî di pevçûnên li gel artêşa Îsraîlê de, li herêmên cuda yên Qudsê birîndar bûn û gelek kesên din jî hatin destgîrkirin.

(dx)