Greva li Lavrîoyê di roja 101’ê de berdewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Abdullah Ocalan li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê hatibû destpêkirin di roja 101’ê de bi koma 21’ê berdewam dike.

Greva li Lavrîoyê di roja 101’ê de berdewam dike
14 nîsan, 2021   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Greva li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 101’ê de ye.

Grev di roja 101’ê de bi koma 21’ê dom dike.

Di dema dewirgirtinê de daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Berxwedana li girtîgehan û Mexmûrê silav dikin. Wê têkoşîna me li her derê û her qadê berdewam bike. Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelan e. Heta Rêber Apo azad nebe, wê çalakiyên me bi dawî nebin.”