El-Herîrî gihaşt Moskovê

Serokê hikumeta Lubnanê yê erkdarbûyî Seed El-Herîrî gihaşt Moskovê paytexta Rûsyayê da ku geşedanên dawîn bi rayedarên Rûsyarê re nîqaş bike.

El-Herîrî gihaşt Moskovê
14 nîsan, 2021   18:47
BEYRÛT

El-Herîrî di serdana xwe de dê bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, serokwezîrên Rûsyayê Mikhail Mishustin û wezîrê derve Sergy Lavrov û gelek rayedarên din re hevdîtinê çêke.

El-Herîrî bi awayekî fermî li balafirgeha Moskovê ji aliyê nûnerê taybet ê welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê yê serok Pûtîn û cîgirê wezîrê derve Mikhail Bogdanov, cîgirê serokê protokolan ê hikumeta Rûsyayê balyoz Kozînov, balyozê Lubnanê yê li Moskovê Şewqî Ebû Nesar, şaneyê taybet ê serok El-Herîrî yê Rûsyayê Corc Şaban ve hat pêşwazîkirin.

(dm)