Li Efrîna dagirkirî  sûcên girtin û revandinê berdewam in

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adara borî û Nîsanê de hemleyeke berfireh a girtinê li Efrînê pêk anîn, gelek şênî hatin girtin û hîna jî çarenûsa wan ne diyar e û hin jî li hember dayîna fîdyayan hatin berdan.

Li Efrîna dagirkirî  sûcên girtin û revandinê berdewam in
4 nîsan, 2021   18:43
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 27’ê Adarê de ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Efrînê 4 şênî girtin û wiha ne; Rustem Elî (35), Emîr Cemal (25), Xelîl Emîr (27) û Behzad Osman (50). Ew girtî ber bi girtîgeha Meirate ya Efrînê ve birin û hîna jî çarenûsa wan ne diyar e.

Di mehên Adar û Nîsanê de 4 şênî ji gundê Badina yê navçeya Raco û Kokanê yê Mabeta yên girêdayî Efrînê hatin girtin.

Şêniyên ku hatine girtin wiha ne; Abdîn Şêxmûs Mûsa (52), Rifaî Elî Horo (41), Xelîl Mihemed Seydo (60) ji gundê Badîna  ye, Îbrahîm Tacedîn Îsmaîl (21) ji gundê Kokanê yê navçeya Mabeta. Ew girtî ber bi xaka Tirkiyê ve birin.

Ji rêzeçalakiyên revandinên li dijî sivîlan, Ebdo Meimo (42) beriya 4 mehan ji hêla çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve hate girtin û radestî polîsên leşkerî hate kirin. Polîsên leşkerî jî di nîvê Adarê de li hember dayîna fîdyaya 2 hezar û 500 dolar hate berdan. Meimo xwediyên depoya madeyên xwarinê ye ku li kolana avahiya Berîd a li naverasta Efrînê ye.

(fr)

ANHA