KJK :Newal El-Sedawî ji me hemiyan re çavkaniya îlham û hêzê ye

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê ji ber wefata nivîskar Newal El-Sedawî peyamek weşand û got: “Newal bi parastina mafên jinan bû çavkaniya îlham, hêz û serbilindiyê.”

KJK :Newal El-Sedawî ji me hemiyan re çavkaniya îlham û hêzê ye
23 adar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di peyama sersaxiyê ya Koordînasyona KJK`ê de wiha hate gotin:

"Bi xemgînî me agahiya mirina nivîskara bi nav û deng Newal El-Sedawî bihîst, ku bi têkoşîna xwe ya dire ji bo parastina mafên jinan tê naskirin. Newal ji bo me hemiyan bûye çavkaniya îlham, hêz û serbilindahiyê.

Em bi navê KJK`ê sersaxiyê ji xwe, ji gel û jinên Misirê re dixwazin. Em dixwazin bi bîr bixin ku me kesayeteke hêja û doseteke gelê Kurd, her wiha alîgireke berz ya doza jinên Kurd bi taybetî, wenda kir.

Me hevalek dirust ku baweriya wê bi hevgirtina jinan ji bo rizgariya ji zihniyeta desthilatdar hebû, wenda kir. Wekî KJK`ê me Dr. Newal El-Sedawî ji nêz nas dikir û gelek hevdîtin û bîranên me pê re çêbûn. Bandoreke ku nayê jibîrkirin li me kir, ji ber ku gelek nîqaşên bi nirx têkildarî dozên azadiya jinan di navbera me de çêbûn. Wê girîngiyek zêde dida doza me û bawerî bi têkoşîna me dikir.

Ji lew re, em destnîşan dikin ku Newal El-Sedawî dê di dil û mêjiyê me de wekî mûmeke pêketî bimîne. Em teqez dikin ku em ê têkoşîna xwe dewam bikin da ku em hêjayî bîranîna wê û mîrata wê ya fikrî bin. Em soza xwe ji hemû jinên herêmê û cîhanê re nû dikin ku em ê li hember hemû cureyên cudakariya sîstematîk a li hember jinan, têkoşîna xwe bilind bikin heta ku em azadî û mafên xwe di civakeke wekhev, adil, bi rûmet de bi dest dixin.”

(bx)

ANHA