Wayne Maruto: Bi têkoşîna leşkerî tenê, DAIŞ'ê bi dawî nabe

Reportaj Summay

Wayne Maruto: Bi têkoşîna leşkerî tenê, DAIŞ'ê bi dawî nabe
23 adar 2021   04:10

Berdevkê Fermî yê Hêzên Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê Kolonel Wayne Maruto îşart bi girîngiya hebûna hevkariya siyasî û ewlehî ji bo tunekirina DAIŞ`ê kir û tekez kir ku çareseriya leşkerî bi tena xwe têrê nake ku bi temamî çete werin tunekirin.

Berdevkê Fermî yê Koalisyona Naventeweyî ya li dijî DAIŞ`ê Kolonel Wayne Maruto mijarên girêdayî rewşa DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşeroja hevkariya QSD`ê û Koalisyona Navneteweyî li welêt, piştî du salan ji têkbirina DAIŞ'ê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê, ji ANHA'yê re nirxand.

Di 23`ê Adara 2019`an QSD`ê bajarokê Baxozê yê rojhilatê bajarê Dêrazor ê Sûriyê ku baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê bû, rizgar kir.

Wayne Maruto behsa rewşa DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xeteriya wê li ser herêmê û cîhanê di pêşerojê de kir. Her wiha behsa bandora çalakiyên QSD`ê û koalisyona ewlehî ya li dijî DAIŞ`ê, planên têkbirina fikirên DAIŞ, xeteriyên hebûna girtiyên DAIŞ û malbatên wan, dîsa plana koalisyonê di vê der barê de û pêşeroja têkilî û hêzên Amerîka li herêmê bi hatina rêveberiya nû ya Amerîkayê kir.  

Hevpeyvîn wiha ye:

PIŞTÎ DU SALAN JI RIZGARKIRINÊ, HÛN ÇAWA REWŞA DAIŞ`Ê LI HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DINIRXÎNIN?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD'ê, DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de têk bir. Nîşaneya vê yekê jî ew e ku tu herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin serweriya DAIŞ`ê de tune ne. Binkeftina DAIŞ li herêmê nayê wateya ku rêxistin bi temamî bidawî bûye. DAIŞ`ê bi nermbûnekê nêz dibe û hîn jî astengiyeke cidî ye. Li Sûriyê û Iraqê rêxistin veguherî isyan ku kiryarên revandin, kuştin, operasyonan di astên nizm de û terora niştecihan pêk tîne. Lê bi zexta mezin a ji aliyê hevalbendênê me ve li Sûriyê û Iraqê nahêlin ku DAIŞ`ê careke din derkeve holê. Koalisyon bi hevalbendên me li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe didomîne da ku têkbirina DAIŞ`ê bi temamî misoger bike.

HÎN JÎ DAIŞ`Ê XETERIYEKE, ÇI SEDEMÊN WÊ NE Û ÇI XETERIYÊ LI SER PÊŞEROJÊ ÇÊDIKE?

Dijmin di meydanê de hate têkbirin. Lê fikirên wî yên ku nefret, wêrankirin û terorê pejirandiye hîna jî di nava kesên ku êşê dikşînin ku li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê hate perwrdekirin, belav dibe. Koalisyon dê xebatên xwe bi hevalbendên xwe re ji bo têkbirina terorê bidomîne da ku yekitiya cîhanê ji bo têkbirina DAIŞ`ê ava bike.

GELO BANDORA ÇALAKIYÊN QSD Û KOALISYONÊ JI BO TÊKBIRINA TERORA DAIŞ`Ê DI ÇI ASTÊ DE YE?

Bandor ew e ku Koalisyon û QSD`ê DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Koalîyon dê xebatên xwe bi hevalbendên xwe QSD`ê bidomîne da ku tunekirina DAIŞ`ê misoger bibe û jinûve dernekeve hole, her wiha em ê bi hevalbendên xwe parastina aramî û ewlehiya Bakur û Rojilatê Sûriyê, bidomînin.

PLNÊN JI BO TUNEKIRINA TUNDRAWIYÊ Û FIRKÊN DAIŞ`Ê ÇI NE?

Koalisyon û hêza leşkerî yên hevalbendên me alîkarî dan ku derfet û demê ji bo zêdekirina xebatên aborî, siyasî û agahiyan ji bo aramiya herêmê, ava bibe. Xebatên leşkerî me dûr naxe. Lê tevî wê û tevî desteka ku em didin ji bo bihêzkirin, xebat û aramiya pêşerojê ye. Dema ku hikûmet û rêxistinên navneteweyî ji bo alîkariya bi herêmên pêwîst re dixebitin wê demê dê aramiyeke rasteqîn pêk were, her wiha da ku bighêjin pêwîstiyên sereke, rakirina mayînan, bombeyan, madeyên teqemenî, jinûve avakirin, alîkariyên mirovî û alîkariyên diravî.

XETERIYA KU HEBÛNA ZÊDETIRÎ 19 HEZAR GIRTIYÊN DAIŞ`Ê LI GEL QSD`Ê JI NASNAMEYÊN SÛRÎ, IRAQ Û BIYANÎ HER WIHA MALBATÊN WAN ÇÊDIKE, ÇI YE?

Ez hejmar nizanim, lê tişta ku ez dizanim xeteriya herî mezin îdeolojiya DAIŞ'ê ye ku wan niştecihan hilgirtiye. Ev mijar pir xeter e û bandora wê li nifşên pêşerojê heye. Lê bi rastî tu çareseriya leşkerî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tune ye. Heger ku civaka navneteweyî çareseriyê ji bo vegera wan kesan li welatê wan re nebîne, wan di civakên wan de ji nû ve perwerde neke û desteka bernameyên berjewendiyên herêmê nekin, em ê bibin şahidên jinûve avakirina nifşê dewleta Îsalmî dema ku ew zarok li ser fikirên DAIŞ`ê mezin bibin. Bi binketina dîtina çareseriyê re, dewleta Îsalmî dê tu carî têk neçe ji ber dê fikir di pêşerojê de bimîne. Pêwîstiya çareserkirina vê pirsgirêkê bi hevkariya di navbera rêyên siyasî, ewlehî û mirovî de bi dîtina çareseriya herêmî ji aliyê hikûmet, rêxistin û civkaên herêmê ve heye. Ew dikare destekê bide û wan kesan jinûve tev li civakê bike. Ev dimîne pirsgirêkeke cîhanî û xeter û pêwîstiya wê bi destkdayîna navneteweyî bi rêya çareseriyên herêmî heye.

PLANA KOALISYONÊ JI BO DESTEKDAYÎNA QSD`Ê YA TÊKILDARÎ GIRTIYÊN DI GIRTÎGEHAN DE Û MALBATÊN ÇETEYÊN DAIŞ`Ê YÊN DI KAMPÊN RÊVEBERIYA XWESER DE ÇI YE?

Ev yek bi keda QSD`ê di nava şer de hate kirin ku di demên dawîn de hejmareke mezin ji terorîstên biyanî girt. Em vê yekê baş nas dikin û çi wateya wê li gel QSD`ê heye nas dikin. Em îşaretê bi xwesteka wan di alîkariya vê erka girîng de, dikin. Lê tevî wê jî çekdar pirsgirêkeke navneteweyî ne û divê hevkariya navneteweyî ji bo çareserkirina wê hebe.

Hejmareke biçûk a çekdarên biyanî yên terorîst ku li gel QSD`ê bûn vegeriyan welatên xwe yên resen. Em van welatan ji ber keda mezin ku dane teqdîr dikin. Her tişt girîngiyeke wî ya taybet heye. Gelek çekdaerên biyanî hene ku ji aliyê hikûmeta Iraq û QSD`ê ve dîl hatine girtin, lê ew bi tena xwe nikarin ku vê pirsgirêkê bi temamî çareser bikin.

Helwest pir bi girêk e. Ji ber astengiyên li pêşiya me derdikeve derveyî erka koalisyonê ye, ji wan darizandina çekdarên DAIŞ`ê yên girtî û çareseriyên mayînde ji pirsgirêka koçberan re. Divê civaka navneteweyî vê pirsgirêk çareser bike. Em destekê didin hemû welatan da ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo vegerandian welatiyn xwe yên tev li DAIŞ`ê bûne û li Sûriyê û Iraqê dîl hatine girtin, pêk bînin. Divê ji wan re were xuyakirin ku dibe bibin qurbaniyên êrişên terorîstan û bi fikirên DAIŞ`ê hatine xapandin, ku ew ji bo hesabxwestina ji wan kesan pir cidî ne û da ku nehêlin tu êrişên terorîstî pêk neyên.

BI HATINA RÊVEBERIYA NÛ YA DYA`YÊ RE, PÊŞEROJA HÊZÊN AMERÎKA Û KAOLISYONÊ LI BAKUR Û ROJHILAÊ SÛRIYÊ ÇI YE?

Erka koalisyonê dê neyê guhertin. Em li gorî destekdayîna aramî, ewlehî û geşkirina Iraqê heta demeke dirêj bixebitin. DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de têk çû lê hîn jî bermahiyên wî mane. Koalisyon bi hevalbendên xwe re li Iraq û Sûriyê dê ji bo misogeriya têkçûna DAIŞ`ê xebatê xwe bidomîne.

(bx)

ANHA