QSD: Yekineyên me li Eyn Îsa, bi rihê Newrozê berxwedaneke mezin bi pêş xist

QSD’ê bîlançoya şerê 3 rojan a ji berxwedana li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsayê eşkere kir, di encama bersivdan şervanên QSD‛ê de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amurên leşkerî hatin desteserkirin.

QSD: Yekineyên me li Eyn Îsa, bi rihê Newrozê berxwedaneke mezin bi pêş xist
22 adar, 2021   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihadin û çapemeniyê ya QSD‛ê bîlançoya 3 rojan a berxwedana li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa rewa bidin nîşandan daxuyaniyên  wekî ku yekineyên me li hember wan çalakiyan dikin û windahiyên giran didin, diweşînin. Tu têkiliyên wan daxuyaniyan bi rastiyê ve tune ye, yên ku êriş dikin û di wan êrişan de windahiyên giran didin ew in. Dewleta Tirk bi daxuyaniyên bi vî şeklî ve windahiyên xwe vedişêre û rastiyê berovajî dike.

Herî dawî di navbera rojên 18-20‛ê Adarê de, artêşa dagirker û çeteyên wê li hember rêya M4 û bakûrê Eyn Îsa êrişên dijwar li dar xistin. Hêzên me li hember wan êrişên ku hem bi çekên giran, hem jî di bejahî de hatin lidarxistin, berxwedaniyeke biheybet pêşxistin û bi rihê Newrozê êrişên dijmin vala hatin derxistin. Encama şerê 3 rojan wiha ye;

 

  • Li roja 19ê Adarê êrişên ku li hember gundên Seida û Mealîk hatin kirin, di encama bersivdayina hêzên me de bêencam man. Di encama pêvçûnan de 16 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn. Herwiha panzerek hat ruxandin. Dewleta Tirk bi çekên giran gelek cihên sîvilan hedef girt. Di encama topbaranan de zorokek jiyana xwe ji dest da, 5 welatî jî brîndar bûn.
  • Li roja 20ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê ku di pêvçûnan de windahiyên giran dabûn, herêmê bi tank, obus û hawanan topbaran kirin û cardin êrişên bejahî lidarxistin. Di encama bersivdayina hêzên me de li gundê Seida 10 çete hatin kuştin, 4 çete brîndar bûn, li gundê Mealîk jî 8 çete hatin kuştin, 5 çete jî brîndar bûn. Herwiha 2 doçka û 2 panzer hatin ruxandin û 2 panzer jî hatin derbkirin.
  • Li heman rojê hêzên me li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
  • Li roja 21ê Adarê artêşa dagirker gundên Mişêrfa, Seida, Mealîk, rêya M4 û derdora Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kir. Heta seetên nîvro cih bi cîh pêvçûn berdewam kirin.

 

Di encama berxwedana 3 rojan de bi giştî 37 çete hatin kuştin û 18 çete jî brîndar bûn. 3 panzer û 2 doçka hatin ruxandin, 2 panzer jî hatin derbkirin. 1 çeka BKC û miqdarek amurên leşkerî hatin desteserkirin.

Di êrişên topbaranan de zarokek jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî brîndar bûn.

Di daxuyaniyê ku di derheqê wan 3 rojan de ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye weşandin de behsa gelek windahiyên me tê kirin. Ev yek ne rast e.

Di wan pêvçûnên 3 rojan de 4 rêhevalên me şehîd ketin, 4 rêhevalên me jî brîndar bûn.

ANHA