Koordînasyona YRJ: Em ê rêça rojnameger şehîd Nûjiyan bişopînin û têkoşînê bilind bikin

Di salvegera 4‛an a şehadeta hevrê şehîd Nûjiyan Erhan û hemû şehîdên çapemeniya Azad bi bîr tînin û weke YPJ‛ê sond dixwin ku dê têkoşîna azadiya gel û jinan bilind bikin.

Koordînasyona YRJ: Em ê rêça rojnameger şehîd Nûjiyan bişopînin û têkoşînê bilind bikin
22 adar, 2021   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona YRJ‛ê di salevegera 4’an a şehadeta rojnameger Nûjyan Erhan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 3’yê Adara 2017’an de, di encama êrişa komên çekdar ên girêdayî PDK’ê ku li dijî bajarokê Xanesorê ya Şengalê de pêk hatibû, rojnameger Nujiyan bi giranî birîndar bûbû û di 22’yê Adarê de jî şehîd bûbû. Rojnameger Nûjiyan ji bo ku dîmenên êrişa bikşîne û ji cîhanê re rewşên ku li hemberî civaka me ya êzidî diqewime ragihîne, bi wêrekiyekê û bi berpirsyariya rojnamegereke xwedî lêgera rastiyê berê xwe dabû cihê ku êriş pêk dihat û di oxira vê yekê de jî piştî têkoşîneke 19 rojan ya li hemberî rewşa birîndariya giran şehîd bû. Em di salvegera 4’emîn a şehadeta hevreya me ya rojnamevan û têkoşer Nûjiyan Erehan de, bi rêzdarî û minnetdarî wê bibîrtînin û di şexsê hevrê Nûjiyan de, tevayî şehîdên çapemeniya azad bibîrtînin.

Hîn jî dengê Nûjiyan, gotinên Nûjiyan û helwesta Nûjiyan ya li hemberî bê edaletiyê, neheqiyê, dagirkerî û desthilatdariyê di xebatên me yên ragihandinê de mînakeke şênber e. Nûjiyan, bi sekna xwe rastiya exlaqê rojnamegeriya ku li gel mezlûman cih digire û ji bo wan têkoşîn û xebatê dide meşandin nîşan da. Hevrê Nûjiyan Erhan bûbû dengê Şengalê, li Êzîdxanê bi pênûs, wênegir û kamereya xwe ne tenê hovîtiya ku li ser Êzidiyan, bi taybetî jî hovitiya li ser jinên êzidî pêk hatî, nîşan dida û her dem li eniyên pêş berxwedana jinên êzidî jî pêşan dida. Dîsa li gel vegotina têkoşîna tolgirtinê ya jinên êzidî, rêxistina jinan a ji bo jiyana nû li Êzîdxanê jî di her nivîsekê de ku dinivîsand û di her dîmeneke de ku digirt, nîşan dida. Hevrê Nûjiyan li ku derê ba jî heman ezm û heman berpirsyarî dida nîşandan.

Em di wê baweriyê de ne ku heta têkoşer û rojnamevanên xwedî lêgerîna jiyana azad mîna hevrêya me Nûjiyan Erhan hebin, ew ê şopdarên wê jî di her demê de wê bidin jiyankirin. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdara Gurbetan gelek hevrêyên xwe yên rojnamevanên heqîqetê, em kedkarên çapemeniya azad em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê, bibin lêgerînerên jiyana nû û bibin Nûjiyan. Di sala 5’an de em careke dî hevrêya xwe Ş. Nûjiyan Erhena û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin, û weke YRJ em sond dixwin ku rista xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan de pêk bînin.