Îranê li Sûriyê komeke leşkerî ya nû ava dike

Çavkaniyên çapemeniyê diyar kir ku Îranê bi rêya vekirina nivîsgeha leşkerkirina sûriyên li Helebê, dixwaze hebûna xwe li bajêr xurt bike û ev yek jî bi erêkirina hikumeta Şamê pêk tê.

Îranê li Sûriyê komeke leşkerî ya nû ava dike
22 adar, 2021   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Çapemeniyê yên herêmî ku agahiyên xwe dispêre rojnameya Şerq El-Ewset, eşkere kir  ku Îranê ji bo sûriyan di nava komên bi navê"Tûgayên Îmam Elî" yê bi serkêşiya Hac Cafer El-Bawî yê bi nasnav Ebû Kewser El-Iraqê de bike leşker, li naverasta Helebê nivîsgehek vekir.

Li gorî çavkaniyan, "Tûgayên Îmam Elî" yên girêdayî Îranê li herêma Hemedaniyê ya li naverasta Helebê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, nivîsgehek vekir, da ku kesên bixwazin tev li nava refên wan bibin, navên xwe tomar bikin.

Çavkaniyan her wiha ragihand ku ev yek bi sewqîkirina komên Tevgera El-Necbaa ya Iraqê ya girêdayî Îranê ya zêdetirî 850 leşkeran li Helebê pêk hat, nexasim li bajarokê Hadir ê başûrê Helebê. Her wiha Tevgera El-Necbaa ya bi serkêşiya Hac Ekrem El-Kiêbî li bajarokê Widêhî yê başûrê Heleb û Hac Yûsif El-Iraqî li çiyayê Ezan bi cih dibe.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku komên girêdayî Îranê li Helebê hebûna xwe xurt kir û komên"Îmam Elî" jî ji bo leşkertiyê û bi erêkirina hikumeta Şamê nivîsgehek vekir.

Li gorî agahiyan di navbera fermanderekî Îranê ya bi navê Hac Cewad El-Xefarî û Wezareta Parastinê ya Şamê de peymanek li ser vekirina nivîsgeha leşkerkirina kesên sûrî yên ku dixwazin tev li tûgayên Îmam Elî bibin, hate îmzekirin.

Çavkaniyan daxuyand ku hemû kesên dilxwaz dê werin qebûlkirin, di nav de kesên ji nava hikumeta Şamê qut bûne û ji bo leşkertiyê tên xwestin, di heman demê de dê rewşa wan çareser bikin û garantiya ku hikumeta Şamê nema wan bişopîne bidin.

Li gorî agahiyan kesên tev li nava tûgayê bibin, piştî navên xwe bi beşdariya nûnerên hikumeta Şamê tomar bikin, dê yekser dest bi leşkertiyê bikin, li hemberî vê yekê ger zewicî be dê mehane 200 dolarî werbigire û ger ku xort be dê 150 dolarî werbigire û li herêmên nêzî mala xwe xizmetê bike.

Tevî zextên Amerîkayê û Îsraîlê û rojevên der barê hewldanên Rûsya yên lawazkirina serweriyên Îranê yên li Sûriyê, ev yek pêk tê.

(eh)