Firokeyeke bêpîlot zeviyên petrolê yên nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê bombebaran kirin

Firokeyeyeke bêpîlot a nenas zeviyên petrolê yên li nêzî sîrnorê Sûriyê-Iraqê li beyarê Bokemalê yê başûrê Dêrazorê bombebaran kirin.

Firokeyeke bêpîlot zeviyên petrolê yên nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê bombebaran kirin
22 adar, 2021   15:05
NAVNEDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Navenda Çavdêriyê yên Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku firokekeye bêpîlot a nenas  îro zeviyên petrolê yên li nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê li beyarê Bokemalê yê bejahiyên başûrê Dêrazorê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên SOHR’ê, zeviyên ku firokeya bêpîlot hedef girtine, komên Îranê di demeke berê de, piştî çeteyên DAIŞ‛ê di dema serweriya wê li herêmê de wêrankiribûn, sererast kiribûn.

Balafirên Amerîkayê di meha borî de nuqteyên alîgirên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kiribûn, di encamê de ew nuqte hatin wêrankirin û nuqteyên nû yên li gel dergeheke nerawa bi Iraqê re li bejahiya Bokemalê ya rojhilatê Dêrazorê hatibûn çêkirin, hatin wêrankirin.

(fr)