Piştî Lavrov serdana Kendavê kir çima Hizbullah û Îsraîlê berê xwe da Moskovê?

Hebûna şandeyeke Hizbullaha Lubnanê û Îsraîl li Moskovê der barê sedeman de gelek texmîn bi xwe re anîn û bi taybet ev yek piştî ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê li Kendava Ereban geriya, pêk hat. Li gorî pisporên Rûsî û Lubnanî, tu koordîne di navbera her serdanan de tune ye û hevdîtin ji bo qedexekirina gurbûna şer, meşandina xebatên cuda, pêk hat.

Piştî Lavrov serdana Kendavê kir çima Hizbullah û Îsraîlê berê xwe da Moskovê?
22 adar, 2021   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Serdana şandeyek payebilind a ji bo Moskovê hemwextî serdana wezîrê karên derve yê Îsraîlê re pêk hat. Her du alî bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyan.

Rojnameya Nezavisimaya Gazeta ya Rûsyayê ragihand ku serdana şandeya Hizbullah ji Moskovê re ji bo naskirina guhertina di Moskovê de ji aliyê hikumeta Sûriyê ve bi taybet piştî serdanên Lavrov ji Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê re pêk hat.

Tê zanîn ku serdana dawîn a şandeya Hizbullahê ji Moskovê re beriya 10 salan anku dema ku çirûska destpêkê ji aloziya Sûriyê dest pê kir, bû.

Ji hemû şopdarên rewşa Sûriyê re diyar e ku Rûsya pir nêz bûye ku di nava gola Sûriyê de, bifetise ku her tim nûnerê Amerîkayê yê berê ji Sûriyê James Jeffrey behsa wê dikir. Diyar e ku Moskov ji vî şerî aciz bûye. Nivîskarê Rûsyayê Anton Mardasov di gotareke xwe di malpera Al-Monitor a Amerîkayê de belav kir got plana Moskov ji bo pêkanîna aştiyê tê xwestin ku Îran û Hizbullah bi awayekî dê çalakiyên wan li herêmê werin cemidandin û ev yek bi koordînasyona yek ji wekîlên Hizbullah li herêmê.

Tevî ku serdana şandeya Hizbullah ji Moskov re Sûriyê ye lê Lubnan di nava aloziyeke jiyanî de dijî û siyasetmedar jî der barê lihevkirina li ser avakirina hikumeta rizgarkirina Lubanê de, mane.

GEŞEDANÊN DI QADA SÛRIYÊ DE

Di vê derbarê de lêkolînerê Rûsî Andrey Schobergen re ji ANHA`yê re wiha got: "Mijara avakirina hikumeta Lubnanê di nava şêwirmendiyê de bû. Derketina ji aloziya Lubnanê mijarek pir girîng e ji hemû aliyan re lê geşedanên di qada Sûriyê de û di nava girîngiyên Rûsyayê de ye. Ji ber wê jî texmînên geşedana li Sûriyê dibe ku di nava aliyê girîngiya serok di nava nîqaşan de be."

Der barê têkiliya serdanê bi ku Moskov dê dev ji Beşar El-Esed berde Schogergen wiha axivî: "Bê guman helwesta Rûsyayê ji destekdayîna Beşar El-Esed dibe ku yek ji mijarên hatine nîqaşkirin. Lê cewhera doze girêdayî rawestandina şer ku sîstema siyasî li Sûriyê bi hêzê neyê guhertin. Ji ber ku bi hêzê dê hêz bimîne û ev yek ne li gorî xwesteka Moskovê ye."

ŞÊWIRMENDIYA DER BARÊ ALOZIYA SÛRIYÊ DE

Têkildarî serdana şandeya Hizbullahê bi serdana wezîrê karên derve yê Îsraîlê re, Schogeren wiha domand: "Tu koordîne di navbera serdana Lubnan û Îsraîlê de tune ye."

Her wiha Schogeren diyar kir ku nêzîkbûna demê di navbera her du serdanan de diyar dike ku şêwirmendiyên der barê aloziya Sûriyê de di gelek aliyan de dest pê kiriye, nêzîkbûna ji hilbijartinan gelek pirsan bi xwe re tîne, bi taybet di dema binketina komîteya destûrê de, ji ber pêwîstya rewşê li Sûriyê bi çareseriyên lez heye û mijar li derdora aliyên beşdar di geşdanên Sûriyê de digere ku divê berpirsyariya yekser a pêşkêşkirina van çareseriyan, bigire ser xwe. 

‘RÛSYAYÊ XWEST DIYAR BIKE KU EW HEVKARIYA BI HIZBULLAHÊ RE RED NAKE’

Nivîskar û lêkolînerê Rûsî Kirill Semenov diyar kir ku ev serdan pêk hat ji ber ku Rûsyayê dixwest diyar bike ku ew hevkariya bi Hizbullahê re red nake. Ev yek ji ber derbeyên Îsraîlê li dijî baregeh û avahiyên Pasdarên Îranê û Hizbullahê li Sûriyê ku çend sal e dewam dike û bi tu şêwazî Moskovê bersiva wê nedaye.

Semenov destnîşan kir ku gelek texmîn hene ku Rûsya dikare destekê bide Îsraîlê, ji ber wê jî divê serdana Hizbullahê ji Moskovê re diyar bike ku hîn jî Hizbullah hevalbendiyê girîng dibîne.

‘MOSKOV AMADEKARIYA ÇARESERIYAN DIKE’

Ji aliyekî din ve lêkolîner û nivîskarê lubnanî Serkîs Ebû Zeyd diyar kir ku serdana şandeya Hizbullahê ji Moskovê re û pêşwazîkirina wê ji hêla Lavrov ve, tê wateya îtîrafkirina Rûsyayê bi rola herêmî ya Hizbullahê û rola Hîzbullahê li Sûriye, Lubnan û herêmên din.

Ebû Zeyd wiha domand: “Rûsya ji bo dîtina çareseriyan ji aloziyên li herêmê re, hewl dide şer û mercan amade bike. Ew Hizbullahê wek lîstikvaneke sereke dibîne ku divê têkilî pê re deyne û nêrînan der barê rewşa li herêmê de, bi taybet Lubnanê, bi hev re parve bikin. Rûsyayê ji bo avakirina hikumeta nû, însiyatîfek hazir kiriye. Lewra peywendî bi tevahiya aliyên Lubnanê re di 8 û 14`ê Adarê re danî da ku dest bi diyalogê bikin, atmosferên guncaw ji bo hêsankirina erka El-Herîrî peyda bike ji bo ku bikare Hikumeta Rizgarkirinê ya Nîştimanî (Hikumeta Înqaz Wetenî) ava bike da ku Lubnanê ji aloziyên aborî, malî û siyasî xilas bike. Her wiha rola partiyê di vê xetê de bisepîne û pê re têkildarî pêşeroja herêmê bişêwire, nexasim ku Moskov hinek çareseriyan amade dike. Ji lew re divê bi hevalbendan bişêwire da ku çareseriyên cidî û pratîk bibînin.”

‘RÛSYA HEWLDANA LIHEVANÎNAN DIKE’

Girêdayî helwesta Sûriyê, li gorî Ebû Zeyd Rûsya bi Sûriyê re hevalbend e ji ber ku Hizbullah bi awayekî bingehîn li Sûriyê ye. Lewra Rûsya têkildarî pêvajoya bê bi aliyên cuda dişêwire. Ji bo rûniştandina vê çareseriyê têkilî bi aliyên cuda yên çalak re danîne. Bi taybet Rûsya peywendî bi dewletên Ereb re jî danîn. Dewletên Ereb jî ragihand ku divê Sûriye vegere Komkara Ereban û ew bi çareseriya siyasî re ne. Ji ber wê Rûsya di piştgiriya hikumeta Şamê de ji bo dîtina çareseriyan, cidî ye. Lewra hewldana lihevanînan dike. Ji bo ku bi vê rolê rabe, divê bi aliyên nakok re rûne. Ew jî sedemekê dide Rûsyayê ku siyasetên xwe pêk bîne û çareseriyeke siyasî li Sûriyê peyda bike.

Ebû Zeyd da xuyakirin ku tu têkilî di navbera hebûna şandeya Îsraîlê û şandeya Hizbullahê li Moskovê de tune ye. Hemû helwesta diyar a Hizbullahê ji Îsraîlê dizanin. Rûsya dewleteke mezin e û tiştek asayî ye ku gelek hêz di heman demê û cihî de serdana wê bikin.

`RÛSYA HEWL DIDE ASTA ALOZIYÊ KÊMTIR BIKE`

Ebû Zeyd destnîşan kir ku têkiliyên Rûsyayê bi Îsraîlê re hene, ew hewl dide lihevhatinan pêk bîne. Ji ber wê rolek di kêmkirina asta aloziyê de dilîze. Her wiha hewl dide atmosferan li herêmê amade bike. Tiştek asayî ye ku bi gelek aliyan re têkiliyê deyne. Ebû Zeyd îşaret bi helwesta Rûsyayê ya çalak li ser asta dîplomasî bi taybet gurbûna nakokiyê bi Amerîkayê re û got: “Ew ji vê yekê dixwaze rola xwe li Sûriyê û Lubnanê xurt bike.”

Ebû Zeyd di dawiyê de got: “Divê em tevgerên Rûsyayê bişopînin, nemaze li gel heyirîna Îsraîl û Amerîkayê ya li herêmê û nezelalbûna nêrînên wan der barê herêmê de. Rûsya dê ji vê dema winda sûd bigire û dê rola xwe li Sûriyê û Lubnanê xurttir bike.”

(bx-şx)

ANHA