​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sûriye bi xizaniyê re rû bi rû dimîne

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya aborî û jiyanî li Sûriyê, bangên îzolekirina El-Xenûşî li Tûnisê û aloziya Lîbyayê, kirin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sûriye bi xizaniyê re rû bi rû dimîne
17 adar, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ABORIYA SÛRIYÊ TÊK DIÇE’

Destpêkê têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ketina nirxê lîreya Sûriyê li beramberî dolar, her wiha ji ber kûrbûna aloziya kêmbûna sotemeniyê ya ji ber biryara Şamê ya rakirina nirxê benzînê ji sedî 50 û têkçûna aboriyê ya bi lez, Sûriye bi xizaniyê re rû bi rû dimîne. Der barê wê de Beşar El-Esed du biryar ji bo piştgiriya diravî ji bo xebatkarên dewletê û karbesan derxist.”

Di demên dawîn de lîreya Sûriyê di sûka reş de li hemberî dolar 4 hezar û 500 derbas kir.

Li Sûriyê ku şer ket sala xwe ya 11`emîn, krzîeke aboriyê ya mezin heye, ku vê dawiyê ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina şewba (covid-19) zêdetir bû. Her wiha têkçûna aobriyê ya bi lez li Lubnanê ku welatekî cîran e, rewşa li Sûriyê xirabtir kir, ji ber ku gelek welatiyên Sûriyê û di nav de karsaz pereyên xwe dixin bankên Lubnanê.”

'BANGÊN TÛNISÊ JI BO ÎZOLEKRIINA EL-XENÛŞÎ JI SEROKATIYA PARLEMENTOYÊ'

Der barê rewşa Tûnisê de rojnameya El-Beyan wiha got: "Seroka El-Hizib El-Destûrî El-Hur (Partiya Destûrê ya Azad) Ebîr Mûsa banga lezkirina îzolekirina Raşid El-Xenûşî ji serokatiya meclisa parlementerên gel kir û ew bi piştevanî û nixumandina karên terorê di bin banê parlamantoyê de, tawanbar kir.

Ebîr Mûsa di xwepêşandana li hundirê parlementoyê de bang li parlementerên ku dê li ser biryara lîsteya vekişandina baweriyê ji El-Xenûşî îmze bikin, kir ku lîsteyê deynin nivîsgeha meclisê. Her wiha destnîşan kir ku divê helwesteke nîştimanî ya yekbûyî hebe da ku  li hemberî terorê û piştevanên bisekinin.”

HIKUMETA NÛ YA LÎBYAYÊ.. ERKEKE ZEHMET DI MERCEKÎ HESAS DE YE’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Piştî ku Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe bi awayekî fermî dest bi kar kir, xwe amade dike ku rêzeastengî û zehmetiyên li pêşiya wê derbas bike. Heke ew astengî berdewam bikin dê peydakirina mercên guncaw ên pêkanîna hilbijartinan di 24`ê Kanûna bê de, asteng bike.”

Tevî ku zehmetiyên li pêşiya hikumeta El-Debîbe ku yekemîn hikumeta Lîbya ya yekbûyî û rewa ye zêde ne jî, lê belê ya herî girîng derxistina çeteyên biyanî ji Lîbyayê, jihevxistina mîlîsan, komkirina çekên neruxstekirî û yekkirina saziyên dewletê ye. Her wiha çareserkirina dosyayên aloziya aborî û civakî ye ku şerê navxweyî yê di salên dawîn de ew alozî kûrtir kir.

(bx)