Parêzeran ji bo hevdîtina lezgîn a bi rêber Abdullah Ocalan re serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji ber îdiayên li ser hesabên medyaya civakî xwest bi lezgînî bi muwekîlê re hevdîtinê bikin û serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo hevdîtina lezgîn a bi rêber Abdullah Ocalan re serî li dozgeriyê da
15 adar, 2021   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Newroz Ûysal ji ber îdiayên li ser medyaya civakî îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyê da. Parêzeran xwest daxwaza wan bi lez were qebûlkirin.

Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku di 3’yê Adara 2020’an de piştî hevdîtina malbatê di 27’ê Nîsana 2020’an de bi birayê xwe re hevdîtina bi telefonê kiriye. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku ji wê demê heta niha ji bo têkilî û hevdîtinê tu destûr nehatiye dayîn û wiha hate gotin: “Hemû serlêdanên me bi hincetan hatine redkirin û an jî bê bersiv hatine hiştin. Bi vî awayî jî pêşiya encamê hatiye girtin.”

Di serlêdanê de hate ragihandin ku di nava şert û mercên şewba koronayê de jî destûr ji bo pêwendiyê nehatiye dayîn û hate gotin: "Şert û mercên girtîgehê, tecrîda hovane û şert û mercên girtîmayina demdirêj a muwekîlê me, binpêrkirina qedexeya êşkenceyê ye. Tevî ku di raporên CPT'ê de têkildarî vê yekê tespît û pêşniyarên ji bo sererastkirinê hatine kirin jî gaveke erênî nehatiye avêtin."

Di serlêdanê de ji bo parvekirinên li ser medyaya civakî yên li ser muwekîlên wan wiha hate gotin: "Herî dawî di 14'ê Adara 2021'ê de li ser hin malperên nûçeyan ên înternetê û hesabên medyaya dîjîtal, têkildarî yekparetiya bedenê û jiyana muwekîlê me, hin îdîayên cidî hatin kirin. Bêguman sedema weşandina nûçeyên bi vî rengî şert û mercên tecrîdê ye. Lê belê ev îdiaya herî dawî em û malbat xistine nava fikarên cidî û mezin. Lewma em dixwazin yekser û tavilê hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku derfetên hevdîtina malbatê û parêzeran a bi muwekîlê me re bên afirandin û ev daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin."