Parlamentoya Lîbyayê hikumeta El-Dabîbe erê kir

Parlamentoya Lîbyayê îro li ser hikumeta yekitiya nîştimanî ya bi serokatiya Abdull Hemîd El-Dabîbe erê kir.

Parlamentoya Lîbyayê hikumeta El-Dabîbe erê kir
10 adar, 2021   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Lîbyayê îro bawerî da ku hikumeta yekitiya nîştimanî ya bi serokatiya Abdulhemîd El-Debîbe, ew yek jî di çarçoveya piştgiriya NY’yê ya bi dawîkirina alozî û tundiyê de pêk hat.

Civîn îro li bajarê Sirteyê digel hawayekî erêkirina endamên parlamentoyê de li dar ket.

Li aliyekî din jî dengdayîna li ser avakirina wezaretê ya ku El-Debîbe beriya çend rojan pêşkêş kiriyê çêbû û hate erêkirin.

Di civîna îro de berovajî nîqaşên ku duh hatin kirin, di navbera endamên parlamentoyê de lihevkirineke mezin hebû, ev yek bû sedema taloqkirina rûniştinê heya îro, bi wê re jî hikumetê 132 deng wergirt.

Erêkirina li ser hikumetê, piştî ku duh El-Debîbe gelek guhartin di wezaretê çêkirin de pêk hat.

Piştî li ser hikumetê hate erêkirin, El-Debîbe li pêş parlamentoyê axivî  û da zanîn ku ev kêlî dîrokî ye.

Parlamantoyê duh ragihand ku ew ê rûniştina xwe taloq bike da ku şêwirên têkildarî erêkirina hikumeta yekitiya nîştimanî temam bikin.

Meclisa parlamentoyê cara yekem li Sirteyê ji bo nîqaşên hikumetê û encamên koxebata siyasî ya ragihandina destûrê li dar dikeve.

(dx)