Îsraîl ji ber dosyaya nukleerî ya di navbera DYA û Îranê de bi fikar e

Berpirsên ewlekariyê yên Îsraîlê metirsiyên xwe ji ber pêwendiya di navbera DYA û Îranê de der barê dosyaya nukleerî de eşkere kir.

Îsraîl ji ber dosyaya nukleerî ya di navbera DYA û Îranê de bi fikar e
10 adar, 2021   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê, serokê MOSAD’ê yê berê Tamîr Bardo got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran dê li lihevkirina nukleerî vegerin.

Tamîr Bardo got: "Dibe ku Îsraîl li gorî pêwîstiya xwe tev bigere. Lê divê Îsraîl bi hêzên mezin re nelîze tevî ku derfetên wê hene, lê ew dewleteke biçûk e û di dawiyê de divê cihê xwe nas bike."

(bx)