Li Şedadê perwerdeyeke hemşîretiyê hat vekirin

Bi armanca xurtkirina asta tenduristiya şêniyan, Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê bi hevkariya bi Gerînendetiya Tenduristiya Giştî re perwerdeyeke hemşîretî û destwerdana lezgîn vekirin.

Li Şedadê perwerdeyeke hemşîretiyê hat vekirin
10 adar, 2021   14:15
HESEKÊ

Bi dirûşma " Di her malekê de hemşîreyek", Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa navçeya Şedadê perwerdeyeke hemşîretiyê ya ku dê 20 rojan dirêj bike li navenda navçeyê vekir.

/ar/uploads/files/2021/03/10/131629_ljnh-alshh-tftth-dwrh-tmrydh-28729.webp

Bi armanca ku di her malekê de perwerdeyeke tenduristî çêbikin, 31 kes ji şêniyên navçeyê û gundewarên wê beşdarî perwerdeyê bûn.

Endamê rêveber ê komîteya Tenduristiyê ya Meclisa navçeya Şedadê Tariq El-Kirêî ji ANHA'yê re got: "Em hewl didin di her malekê de bi rêya dewreyên ku tên vekirin, hemşîreyan perwerde bikin. Ji ber pêdiviya herêmê bi vê yekê heye."

/ar/uploads/files/2021/03/10/131643_tarq-alkryay.webp

Tariq El-Kirêî wiha domand: "Em bi rêya van dewreyan hewl didin di her malekê de çîna ciwanan li ser hemşîretiyê perwerde bikin, da ku rewşa awarte ya ku dibe li her mal û kolanekê bi der keve, kotrol bikin."

El-Kirêî destnîşan kir ku dê dewreyan di rojên pêş de zêdetir bikin, da ku li tevahî gundên dûrî navenda navçeyê perwerde werin dayîn.

Komîteya tenduristiyê di demeke berê de gelek perwerde li dar xistibûn, hejmara wan gihaşt zêdetirî 30 perwerdeyên hemşîretiyê û destwerana lezgîn.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QWv-JsrW89Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>